GORAN PENCEWÎNÎ / ROJNEWS
Ji bo çareserkiriya qeyranên li Herêma Kurdistanê li sê bajaran rêze semînaran tên li darxistin.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi diruşmeya ‘Projeya çareseriyê ji bo kaosa li Başûrê Kurdistanê’ di nava sê rojan de li bajarên wekî Silêmanî, Derbendîxan û Helebceyê rêze semînaran li dar dixe.
Endamê desteya Rêveber a Tevgera Azadî Wehab Ehmed der barê mijarê de ji bo RojNewsê got ku her kes dikare tevlî semînarên wan bibe.
Dem û cihê Semînaran
Silêmanî:
Semînar ji aliyê Luqman Hesen û Dr. Azad ve tê dayîn. Roja pêncşemê 12’ê Mijdarê seat 14:00’an li salona Koran a Silêmaniyê ya li ser kolana 60 metrî tê lidarxistin.
Derbendîxan:
Semînar ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Endamê Desteya Rêveberiyê Wehab Ehmed ve tê dayîn. Roja Înê 13’ê Mijdarê seat 14:00’an li Qehwexaneya Kulturî ya nav bazara Derbendîxanê tê lidarxistin.
Helebce:
Semînar ji aliyê Sînor Kerîm û Ebubekir Mecîd ve tê dayîn. Roja Şemiyê 14’ê Mijdarê seat 15:00’an li salona Hejar Mukriyanî ya nav bazara Helebceyê tê lidarxistin.


