ZANYAR DAQUQÎ / KERKÛK / Rojnews
Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî diyar kir ku Amerîka di mijara alîkariya bi Iraqê re li dijî DAIŞ’ê ne rast e û wiha got; “Divê Kerkûk cardin vegere ser Iraqê û rêveberiya wê girêdayî Bexda bê kirin.”
Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî El Malikî di hevpeyvînek xwe ya duh bi ajansa Rûsya El Yûm re daxwaz dike ku Kerkûk cardin vegere bin destê Hikumeta Bexda. Her wiha Malikî di mijara desteka Amerîka ya bi Iraqê li dijî DAIŞ’ê de ragihand ku, Amerîka di vê mijarê de rast tevnagere û ne ji dil e.
Îro li hemberî van gotinên Malikî, endamê Meclisa Rêveber a Kerkûkê Ehmed Eskerî wiha got; “Ger ku pêşmerge nebana, Malikî çawa Mûsil radestê DAIŞ’ê kir, wê bi heman şêweyî Kerkûk jî radestî DAIŞ’ê kiriba.”
Her wiha Eskerî got ku niha tu wezîfeyek a Malikî nemaye û tu kes gotinên wî cidî nagire. Eskerî bi bîr xist ku dema Malikî serokê artêşa giştî ya Iraqê bû, bi şêweyek hêsan Mûsil radestî DAIŞ’ê kir.