...Ev nûçe her tê nûkirin...
16.00
16.00
Li bajarên kurdan kar temam bû
Li bajar3en kurdan dengdayîn bi dawî bû. Bajarên kurdan jî di nav de li 32 bajaran saet 07'an de dengdayîn dest pê kiribû û saet 16.00'an de dengdayîn temam bû. Li aliyê rojavayê Tirkiyeyê jî dê saet 17.00'an de dengdayîn bi dawî bibe.
13.30
Diya Cemîle jî dengê xwe da
Birîndarên li teqîna Amedê (05.07.2015), birîndarên teqîna Pirsûs û Enqereyê jî çûn cem sindoqan û dengên xwe dan. Her wiha diya Cemile Çagirca a ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin, ji ber ku derketina derve qedexe bû diya wê cenazeya wê di sarincê de veşartibû ji bo bêhn nede jî çû cem sindoqê û dengê xwe da. Diya Cemile Çagirca Emine Çagirca piştî dengê xwe da, got: "Li Cizîrê yên ku zilim dikin dê têk herin."
Bi diruşma 'Bijî DAIŞ' êrîş kirin
Li gelek navçeyên Rihayê AKP'yî êrîşê erkdarên sindoqê yên HDP'ê kirin û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Wêranşarê keyayê Taxa Yeşîlagac jî di nav de komek AKP'yî bi sloganên "Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên HDP'ê kir.
Dîsa li Taxa Yolbîlen, erkdarê sindoqê yê HDP'ê Vedat Erdemcî ji aliyê AKP'yiyan ve hate derpkirin. Hate zanîn ku AKP'yî, ji parêzerên ku çûne cihê bûyerê jî gotine "Partiya kafiran nikare bikeve vê derê." Hate ragihandin ku li Taxa Karatepe jî li hemberî muşahidên HDP'ê hewldanên provokasyonê didomin.
14.15
Îdîaya Fuat Avri rast derket
Li Dibistana Ziya Gokalp a li Îdirê de binpêkirina rêgezên hilbijartinê çêbû. Fenomenê twitterê Fuat Avni demek berê îdîa kiribû ku dê li hin cihan li sindoqan binpêrikirin çêbibe. Û di dawiyê de çêbû jî. Dibistana Ziya Gokalp a Îdirê ku ev der jî di nav îdîayên Fuat Avnî de bû binpêkirin çêbû. Berî ku dengdayîn temam bibe li sindoqa 1014'an îmze avêtin bin 'Tûtanakê', li ser vê yekê ev yek betal kirin, di sindoqa bi nimreya 1013'yan de jî li benda biryara dadger in.
14.00
Riya Licê piştî çend saetan hat vekirin
Riya di navbera gundê Fîsê û Qereqola Duruyê ya navçeya Licê ya Amedê ku ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "mayîn heye" hatibû girtin, bi saetan şûn ve hate vekirin. Bi sedan wesayîtên hilbijêran ku ji bo dengên xwe bidin ketibûn rê bi saetan li herêmê hate rawestandin. Piştî ku namzeta HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel û heyeta HDP'ê hatin cihê bûyerê û bertek nîşan dan, teqemeniya di keviya rê de di bin kontrolê de hate teqandin.
Heyeta Ewropayê jî rastî zordarî hat
Heyeta Parlemena Ewropayê li Amedê rastî zordariya polîsan hat. (Ji bo nûçeyê bitikînin HEYETA PE)
13:20
AKP'yî bi çek hat cem sindoqê
Li gundê Aşagioylum a Pirsûsa Rihayê bi peywirdarê sindoqê yê AKP'yî re çek hat dîtin. Lijneyê peywira wî betal kir.
13.14
Li Wanê Oy Ve Otesî nagirin dibistanan
Li gor nûçeya Bekir Guneş (ÎMC TV) li Îpekyolu, Tuşba, Edremît û hin cihên din hilbijêr ji dibistanan hatin dûrxistin. Gelek tîmên taybet û polîs li dibistanan hatin bi cih kirin. însiyatîfa Oy Ve Otesî jî nagirin dibistanan.
12.00
Li Hezexê cerdevan û Huda-Parî zor li gel dikin
Li du gundên navçeya Hezex a Şirnexê, hilbijêr di bin zextên cerdewan û endamên Hur Dava Partîsî de dengên xwe bikartînin. Li gundê Xirabêripin a navçeyê, endamên Huda-Par'ê bi zorê nasnavên wan kom kir. Di navbera gundiyên ku li dij vê zextê derketin û endamên Huda-Parê de alozî derket. Li ser aloziyê, cendermeyên li gund li sindoqêkê, dengdayînê dane sekinandin. Li gund alozî berdewam dike.
Dîsa li gundê Babek a navçeyê jî cerdewan zextê li gel kirin ku dengên xwe vekirî bidin. Li gel îtîraza erkdarên HDP'ê yên sindoqan, di bin çavdêriya cendermeyan de dengdayîna vekirî berdewam dike.
12.00
AKP'yiyan êrîşê HDP'yiyan kir
Li navçeya Bêgirî ya Wanê rêveberên AKP'iyan êrîşî ser HDP'iyên ji bo ewlehiya sindoqan digeriyan kirin. Parlamenterê Wanê Tugba Hezer bi hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê yên Bêgiriyê re ji bo kontrolkirina sindoqan çûn taxa Xeraşikê. Di nava wan de Serokê AKP'ê yê Bêgiriyê Îbrahîm Vanli, rêveberên AKP'ê Hayrettîn Aslan û Cemîl Vanli jî hebûn AKP'iyan li taxa Xeraşikê êrîşî HDP'iyan û rojnamegeran kirin. Di êrîşê de wênekêş û kameraya rojnameger Remzî Solmaz şikandin û ji ber lêdanêli ser rûyê wî birîn çêbû û diranê wî şikest.
Balkêş e ku AKP'iyan li ber çavên leşkeran êrîş kirin û leşkeran mudahaleyî wan nekirin. (DÎHA)
11.40:
Şaredarê berê hat binçavkirin
Li navçeya Milazgîra Mûşê, Şaredarê berê yê Milazgîrê M.Nurî Balci û welatiyê bi navê Onder Engîn dema ji bo dengdayînê çûn Dibistana Seretayî ya Ataturkê, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Balci û Engîn ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
11.45
Li Sê taxan Elektrîk birîn
Li Gungurona Stenbolê li çar taxan elektrîk qut bû. Mebûsê CHP'ê Eren Erdem ji bo Cumruhiyetê got ku wan pirsiye heta saetek dê elektrîk bên û paşê ev yek lê zêde kir: "Me pirsî pisîk ketine trafoyê, gotin na, lê di dawiyê de îro trafo diteqe. Kî, çi plnana dike emê bibînin.
11.30
Li Sariyera Stenbolê akp'yiyan muşahîdên HDP'ê tehdîd kirin.
Li Dibistana Guzeltepeya Eyuba Stenbolê jî Serokê sindoqê kaxizê vala da îmzekirin, HDP'yiyan îtîraz kir.
10.30
Li Cizîrê eleqeyek baş
Li Cizîrê dixwestin sindoqan ji wir bibin cihên din lê YSK'ê ev qebûl nekiribû. Niha li Cizîrê eleqeyek mezin ji bo dengdayînê heye.
Li Sûra Amedê jî dengdayîn didome. Lê li dora dibistanan polîsên rûgirtî hene.
Tê gotin li hin bajarên kurdan polîs dixwazin li nasnameyan kesên tên deng didin binêrin.
Li Wanê û li hin derên din polîsan nehişt heyeta çavdêrên serbixwe bikeve dibistanan.
10.00
Demîrtaş dengê xwe da
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Sultanbeyliya Stenbolê li Dibistana Mevlasa li cem sindoqa nimreya 1114'an dengê xwe da û got: "Hevalno ji alilê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ve em ji dema dîrokî re derbas dibin. Ez hêvî dikim dê encamek baş derkeve ji bo welatek bi hizûr û aştî. Canên ku me winda kirin hene, hêviya min ew e encama derê dê hinek dilê wan hênik bike.
09.30
Li Îzmîrê dengdayînê dest pê kir û wesayîtên bêplaqa yên di 7'ê Hezîranê de derketibûn holê careke din hatin dîtin. Welatiyên ku li taxa Asarlik a Menemenê bi kar anîn li baxçeyê dibistanê wesayîtên bêplaqa dîtin. Piştî ku li Dibistana Navîn a 80.Yil a Asarlikê dengdayînê dest pê kir wesayîtên bêplaqa jî li baxçeyên dibistanê park kirin. Welatiyên ku hatin deng bi kar bînin û muşahîdên HDP'ê piştî ku nerazîbûn nîşan dan derket holê ku wesayît aîdê polîsan e. Li ser nerazîbûna gel û muşahîdên HDP'î wesayîtên bêplaqa ji baxçeyê dibistanê çûn.
Li Kocamustafapaşa ya Stenbolê jî erebeyên bê plaka hatin dîtin
Saet 09.00
Oy ve Otesi ku wekî saziyek sivîl hilbijartinê dişopîne ragihand ku hin AKP'yiyen bi şev saet 01.15'an de dest bi dengdanê kiriye. Dîsa got me li Keçiorena Enqereyê dît ku du kesên navên wan di lîsteyê de nîn bû jî deng dane; li ser vê me 'tûtanak' girt
Saet 08.00
Li navçeya Patnoyê ya Agiriyê li ser hin sindoqan disekinin û bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi serokên sindoqan hewl didin bidin îmzekirin. Polîs ji serokên sindoqan re dibêjin ku bi fermana walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û bi gotina "heke van daxwaznameyan îmze nekin em nikarin ewlehiya we pêk bînin" gefan dixwin. Li gor zagonê gere polîs an çekdarên din li ser sindoqan nes ekinin.
Polîs navên kesên ku deng bi kar tînin not digirin
Li aliyê di li navenda Agirî, Zêdkan û Bazîdê jî li ser hin sindoqan polîs hatin bicihkirin. Polîsên ku li Bazîdê li ser sindoqan disekinin jî navên welatiyan cardin dinivîsînin. Têkîldarî pirsgirêkan rêveberên HDP'ê bi Dadgeriya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtinê pêk tînin.
BEDLÎS
Heyeta ji 20 kesan pêk tê ya ji bo çavdêriya hilbijartinê hatiye Bedlîsê ji bo ku bikaribe hilbijartinê bişopîne kom bû û çû navçeyên Bedlîsê. Dîsa ji bo şopandina hilbijartinê jî ji aliyê ÎHD a Bedlîsê ve 105 kes hatin peywirdarkirin. Hin sindoqên ku ji bo dengan birin gundan jî serê sibehê saet di 04.00'an de bi helîkopteran ve birin gundan û li bajar û navçeyan sekna polîsan a bi çekên lûledirêj jî bal kişand. Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Xîzanê ligel biryara YSK'ê di 8-12'ê cotmehê de ji ber ku biryara birina sindoqên 10 gund û mezrayan girtibû û ji bo ku pirsgirêka rê ya welatiyên ku diçin deng bi kar bînin ji holê bê rakirin Rêxistina HDP'ê ya Xîzanê wesayît eyar kirin.
Hate hinbûn ku li bajaroka Pirxus û gundê Tepewangê yên Xelatê jî li dibistanên ku sindoq hatine danîn leşker û cerdevan bi çekên lûledirêj disekinin.
COLEMÊRG
Li gundê Helevîs ê Gevera Colemêrgê Fermandarê Cendirmeyan a ku ji bo dengdayînê hate dibistana gund bi îdaya ku fermana Walîtiya Colemêrgê heye lîsteya hilbijêran girt. Nehat fêmkirin û ev pêkanîn çima hatiye kirin û li gundên bi ser bajaroka Bajirgêhê jî serê sibehe ceryan hatin qutkirin.
Serê sibê
Li bajarên kurdan saet 07.00'an li bajarên rojhilatê Tirkiyeyê saet 08.00'an de dengdayîn dest pê kir.