Li 3 kantonên Swîsre perwerdehiya kurdî heye lê hejmara þagirtan kêmî 100'î ye!
Hevpeyvîn: Zekî Ozmen
Li Swîsre piþtî kantonên Zurich û Baselê, li kantona Bernê jî dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî hat pejirandin. Wekî hinek welatên din ên Ewropayê, malbatên kurd li vî welatî jî eleqe nîþanî dersên kurdî nadin. Em bi Hesen Huseyîn Denîz ku hem li Swîsre koordînatorê dersên kurdî yê li kanton û bajarê cuda ye û hem jî di heman demê de mamostetiya zimanê kurdî dike derbarê rewþa perwerdeya kurdî li Swîsre axivîn.
Li Swîsre ji kengî ve li dibistanan bi awayekî fermî û ne fermî dersên kurdî tên dayîn?
Her çiqasî berê jî li hin bajaran dem bi dem hîndekariya kurdî hatibe meþandin jî, ji sala 2008’an û vir ve li Swîsre bi awayekî bê navber û rêkûpêk hîndekariya kurdî li fêrgeh û dibistanan tê meþandin û ji sala 2014’an û vir ve di nava sazûmana hîndekariya Swîsre de bi awayekî fermî hat bicihkirin. Li gorî deman û beþdarbûna malbatan hinek dibistan tên vekirin, piþtî demekê tên girtin, piþt re dîsa tên vekirin.
Li kîjan kantonan perwerdeya kurdî heye?
Heta niha li Swîsre li van bajaran fêrgehên kurdî hatin vekirin: Zurich, Zug, Chur, Lusern, Schaffhausen, St.Gallen, Winterthur, Biel, Solothurn, Friburg, Bern, Cenevre, Basel.
Lê bi awayekî domdar li kantonên sereke Bern, Basel, Zurich û Solothournê fêrgehên kurdî hatine meþandin. Di roja me de li van bajarên Swîsre hîndekariya kurdî heye:
Zurich: Li çar cihan (Walenbach-Auzelg-Altstetten-Mettlen) 5 ref (50 zarok) ji bo zarokan, du ref ji bo mezinan (20 kes 5 jê Swîsrî).
Basel-Langi: 2 ref ji bo zarokan (35 zarok), refek ji bo ciwanan (li Radyo X Dreispitz)(14 kes 1 swîsrî).
Solothourn: refek ji bo zarokan (15 zarok), refek ji bo mezinan (7 kes).
Bern: Qeydên zarokan didomin. Ji bo mezinan refek 6 kes (sê Swîsrî)
Biel : 2 ref (17 zarok)
Daneyên we li jor rêz kirin hem dersên fermî li dibistanan û hem jî yên ne fermî bi însiyatîfên cuda di nava xwe de dihewînin...
Hîndekariya kurdî ya li dibistanên fermî yên Swîsre tên dayîn di demên vebûna dibistanan de dest pê dikin û bi dawîbûna dibistanan re ew jî dikevin betlaneyê. Zarokên ji 4 salî heta 14 salî dikarin beþdarî van qursan bibin. Bi awayekî din, zarokên ji Hêlîna Zarokan, Dibistana Seretayî û ya Navîn heta refa 2’yan dikarin beþdarî vê hîndekariyê bibin. Ji bo kesên ciwan û gihiþtî li derveyî dibistanan ders tên dayîn û di her temenî de, ji her netewê kes dikarin beþdarî vê hîndekariyê bibin. Her wiha ji bo zarokan jî ji kîjan beþê Kurdistanê dibe, bila bibe dikare beþdarî bibe. Li her dibistanê kêmek zarok hene ku dayik an jî bav ji neteweke din in û ew jî ji ber ku ji dê ango bav yek jê kurd e, beþdarî vê hîndekariyê dibin. Yanî hinek zimanê dayika xwe fêr dibin, hinek ê bavê xwe.
PÊVAJOYA QEBÛLKIRINA PERWERDEHIYA KURDÎ
Di van rojan de piþtî xebateke dûr û dirêj li kantona Bernê jî êdî mafê ku perwerdeya kurdî bi awayekî fermî li dibistanan hate dayîn. Pêvajoya fermîdayîna dersên kurdî çawa destpêkir û zehmetiyên di wê de mê de hûn pê re rû bi rû man çi bûn?
Hîndekariya kurdî niha em bi navê Komeleya Hîndekariya Kurdî dimeþînin. Li Swîsre zagona hîndekariya zimanê dayikê dibêje ku, ji bo bi zimanekî dayikê perwerde were fermîkirin, divê konsulat (balyozxane), yan jî saziyeke bêalî vî karî hilgire ser milê xwe. Ji ber ku balyozxaneya me kurdan tuneye, me di sala 2008’an de bi navê Yekîtiya Malbatên Dibistana Kurdî komeleyek damezirand, di sala 2013’yan de me navê vê komeleyê wekî Komeleya Hîndekariya Kurdî guhert û ji bo fermîkirina hîndekariya kurdî serlêdan kir. Salên di navbera 2008 û 2013’yan de ji bo me salên amadekirinê bûn. Me di van salan de li komeleyan pir qurs dan lidarxistin û di nava gel de hestiyariyeke li ser zimanê kurdî afirand. Di sala 2013’yan de serlêdana me li Wezareta Perwerdehiya Swîsre þaxê Zurichê da destpêkirin, di sala 2014’an de hat pejirandin. Piþt re me heman kar li kantona Baselê da meþandin û bi ser xist. Herî dawî di sala 2015’an de me li paytext Bernê jî ev serlêdan kir û di van rojan de serlêdana me hat pejirandin. Divê were zanîn ku pêvajoya pejirandina serlêdana fermîkirinê ne hêsan e. Ji bo dewletan ji ber ku balyozxane vî karî dimeþînin û hem ew fermî ne, hem mamosteyên wan fermî ne pirsgirêk çênabin, lê ji bo neteweyên wekî me ku ne dewleta wan heye, ne balyozxaneya wan, ne mamosteyên wan û ne jî derfetên din hene, pir zehmet e. Diviya bû em hemû kar û xebata xwe bi îspat pêþ wana bikin ku em dikarin hîndekariya kurdî bimeþînin û bi awayekî bê alî (ji ol û siyasetê dûr-ji her kesî re vekirî û bê qezenca madî) bixin xizmetê. Ev yek ji aliyê pisporên Wezareta Perwerdehiyê ve hat qontrolkirin, þopandin û di encama vê yekê de erênî hat dîtin û hat fermîkirin. Ev yek ji gelê kurd re derfeteke pir grîng û dîrokî ye.
KESÊN DERSÊ DIDIN
Li her derî ji bilî nebûna eleqeyê ya malbatan a ji bo perwerdeya kurdî, pirsgirêka nebûna mamosteyên kurdî jî rû dide. Ev rewþ li Swîsre çawa ye?
Hîndekariya li giþtiya Swîsre niha bi van mamosteyan tê meþandin: Li Zurichê; Mahmut Demirtaþ, Hasan Þahîn, Selhadîn Ulug, Perihan Gucuk, Bêrîvan Qehreman. Li Baselê; Evîn Yagci, Berfin Koyuncu, Ayþe Çûlpan, Li Biel-Solothourn-Bern; Lezgîn Ornek. Ez jî van dibistanan tev hem koordîne dikim û hem jî li Basel-Bern û Zurichê beþdarî dersan dibim. Mamosteyên xwe jî me bi xwe gihandine û tev bi dildarî kar dikin. Ji bo tecrubegirtina mamosteyan, li Zurichê ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve qursên pedagojî û dîdaktik-metod tên lidarxistin û mamosteyên me beþdarî van qursan dibin. Piþtî beþdarbûna van qursan ku ji bo mamosteyekî/ê qasî du salan didome nasnameya mamostetiya zimanê dayikê tê dayîn û êdî ew dikare di bin banê Komeleya Hîndekariya Kurdî de bi awayekî fermî mamostehiyê bike.
DI HEFTEYÊ DE 2 SAET DERSE
Bi taybetî ev dersên bi awayekî fermî li dibistanan têne dayîn paralelî dersên din ên dibistanê têne meþandin?
Li gorî Sazûmana Hîndekariya Swîsre di hefteyekê de 2-4 saetan dersên zimanê dayikê li dibistanên fermî (nêzî niþtewarê zarokên serlêdan kirine) di demê ku dibistana fermî tunebe de tên dayîn. Ji bo vê qursên me rojên þemiyê, çarþemê piþtî nîvro, în an jî duþemê êvarî tên dayîn. Wekî hîndekariya kurdî di hefteyê de 2 saetan em dersan dimeþînin.
NAVEROK LI GOR PERWERDEHIYA KONTONÊ
Naveroka dersên hûn didin çi ye?
Di van dersan de ziman, çand, dîrok, bi rêka pirtûk, nivîsandin, xwendin, guhdarîkirin, wêne, muzîk û lîstikan didin zarokan. Pirtûkên qursan em bi xwe amade dikin, ji yên hatibin amadekirin em sûd digrin. Planê dersdayînê di serê sala perwerdehiyê de li gorî planê çarçoweyî yê Wezareta Perwerdehiya Swîsre-Kantona Zurichê em amade dikin û di malpera xwe de bi cih dikin. Dîsa dersên tên dayîn û xebatên dersan ên mamosteyan jî em di malperê de bi cih dikin. Bi vî awahî agahiya mamosteyan ji xebatên hev çêdibe û dikarin ji hev sûd bigrin.
BILA SAZÎ PÊÞIYA KURDÎ NEBIN ASTENG
Eger em li daneyên we li jor rêz kirin binêrin û hejmara zarokên kurdan ên li Swîsre bidin ber çavan, eleqeya perwerdeya kurdî zêde kêm e...
Li tevahiya Swîsre zêdeyî 10 hezar zarok ji hîndekariya zimanê dayikê sûd digrin, lê hijmara kurdan nagihêje sed zarokî. Ev yek kêmahiyek e û heyf e. Hêvî û daxwaza me ji gelê me ew e ku zarokên xwe zêdetir biþînin hîndekariya kurdî. Ji sazî û rêxistinên kurdistanî jî hêviya me ew e ku hey alîkarî û destekê nadin kar û xebata hîndekariya kurdî qet nebe bila li pêþiya vî karî nebin asteng.
Kesên bixwazin dikarin bi rêya malpera www.zimanekurdi.org bi Komeleya Hîndekariya Kurdî-Swîsre rebikevin têkiliyê.