Ozgur Mumcu
Davutoglu beg duh li Wanê wisa got: "Ger Ak Partî ji desthilatdarî bikeve dê çeteyên terorê bigerin, dê Torosên spî bigerin." Yanê ya AKP yan mirin. Yanê ji bilî AKP'ê partiyên din hemû şebekeyên kuştinê ne, koma kujeran in. Mixabin ji ber vê rejima parlementer AKP'ya mezin di vê meclisê de li kêleka ev ên bi potansiyela kujeriyê dagirtîne rûdine. Her wiha ji vê wêdetir û xirabtir mecbûr dimîne ligel van partiyên qatil hevdîtinên koalîsyonê çêdike.
Vaye ev, dram e.
Ew Torosên spî yanê çeteyên dewletên yên paramîlîter ên li derveyî hiqûqê mirov kuştin. Yên ku meraq dikin dikarin ji Dayikên Şemiyê ku ev bîst sal in her hefte pirsa hestiyên zarokên xwe dikin bipirsin.
Ma di wê desthilatdariya 13 salan de dema AKP'ê nîn bû ji wan Torosên spî hesabê bipirse?
Qaşo ku kontragerîllayê bidarizîne di doza Ergenekonê de kî ligel cemaetê ew veguhart şanoya sîrkê?
Kî ew doz kir meseleya parvekirina desthilatdarî û dest neda wî aliyê Firatê?
Her tişt, hema her tişt di destê we de ye. We ji ajokarekî van Torosên sipî, ji tetikkêşek ji aliyê siyasî, hiqûqî yan jî herî hindik we hesabek ehlaqî pirsî?
Kî ev Torosên spî bikar dianîn? Kî ev mirov kuştin? MÎT, emniyet ne di destê we de ye? Dadgeh, raya giştî ne li pişt we ye?
Ka li ku ne ev mirov, ev kî ne?
Di dema ku tu li desthilatdarî bî tu wan dernaxî pêş dadgehê, bi ez ji desthilatdarî herim mirovan ditirsînî û dibêjî dê bi paş ve bên.
Ji Serokwezîrê ku hîn bûye ji dêvla hesabê bide gel dide reîsê xwe, encax mirov li benda tiştek wisa be.
Li erdnîgariya ku li kuçeyên wê zarok têne kuştin mirov bi Torosên sipî çav bitirsîne.
Ev yek li midûrê têkiliyên bi gel re yê AKP'ya Reîsî hat.
Diyar e divê mirov li cihek dûr li mankurt negere.
21.10.2015, Cumhuriyet