Diyarname
Maça Amed Sporê li Stenbolê bû, ew jî di nav de hemû maçên lîgên profesyonel û amator hatin betalkirin.
Li Tirkiyeyê ji ber maça Tîma Neteweyî ku îşev bi Komara Çek re dilîze maçên Lîga Super Totoyê vê hefteyê nîn bû. Tenê maçên Lîgên PTT, Lîga 2'yem û 3'yem û maçên lîgên amator hebûn. Piştî teqîna li Enqereyê û mirina 86 kesî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku hemû maçên di lîgên profesyonel û amator ên ku dê rojên 10,11,12'yê vê mehê bihata lîstin hatin betalkirin.
Amed Spor dê 11'ê mehê li Stenbolê bi Eyupsporê re bilîsta. Ew maç û hemû maçên din di demên pêşiya me, di demek ku TTF dê diyar bike de bêne lîstin.
**
Nûçeya eleqedar: