AMED (DÎHA)
Pevçûnên li navçeya Farqînê dest pê kirin berdewam dikin û rojnamegerên Tirkiyeyî yên ji bo tiştên pêk hatin li cihê lê hatin jiyîn bibînin hatin navçeyê hatin astengkirin û destûr nedan bikevin taxên pêvçûn lê hatin jiyîn. Rojnamegeran got ku ew ji bo piştevaniya rojnamegerên li Kurdistanê bikin hatin Kurdistanê û wiha gotin: "Tiştên li vir hatin jiyîn û nûçeyên têkildarî vir ji bo dernekevin derve astengiyan derdixin."
Piştî li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan pêk hat polîsa û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ketin taxên Konak, Tekel, Mescît û Selahattîn û li taxan di navbera polîs û ciwanên parastina rewa dikin pevçûnê dijwar pêk tên. Dem dem dengê çekan tê û li taxan dukel bilind dibe û dorpêça polîsan didome û ketin û derketina taxan hatiye qedexekirin. Li taxên Baglar, Ferîdun û Kale yên peçvûn lê tuneyî poîlsa bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan digere û ji welatiyên li kolanan re dibêjin bikevin malên xwe.
'Tiştên li Farqînê hatin jiyîn ji bo derkevin derve tên astengkirin'
Li aliyê din rojnamegerên Tirkiyeyî yên li ser banga Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo geşedanên li herêmê hatin jiyîn bibin hatin navçeyê xwestin biçûn taxên pevçûn lê pêk tên. Rojnamegerên li avahiya Şaredariya Farqînê xwestin biçin taxan pêşiya wan li Kolana Gazî li ber Mizgefta Selahaddîn Eyyubî ji aliyê TOMA û wesayîtên zirxî yên tîmên taybet ve hat birîn. Polîsan ji rojnamegeran re anonsên heke belav nebin dê êrîşê li wan bikin kirin û destûr nedan rojnameger bikevin taxan û neçar man careke din vegeriya şaredariyê. Rojnamegeran li ber şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ewil Serokê Basin-Îş DÎSK'ê Faruk Eren diyar kir ku bi armanca piştevaniya rojnamegerên herêmê bikin û li dijî sansura pêk tê derbikevin hatin navçeyê û wiha got: "Me xwest em biçin taxên pevçûn lê hatî jiyîn. Lê em dît ku li vir destûrê nadin rojnameger kar bikin. Mafê gel ê agahdariyê tê astengkirin. Destûrê nadin tiştên li vir hatin jiyîn û nûçeyên vir derbikevin derve û tên astengkirin."
Serokê TGS'ê Ugur Guç jî diyar kir ku li navçeyê rewşekî terorê heye û dewlet ji bo şer bike her diçe rageşiyan derdixe û ji bo tiştên li Farqînê hatin jiyîn vebêjin hatin.
Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku ew keyfxweş in rojnameger hatin herêmê û wiha got: "Rojnameger di pêvajoya sansurê de bi me re girîng e. Em bang li hemû çapemeniyê dikin ku li hemberî sansûrê li cem me bin. Di van şertan de rojnameger li vir girîng e û xizmetê ji çareseriyê re dike."
Piştî daxuyaniyê rojnameger ber bi Lîcê ve bi rê ketin.
Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.