logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

'Ji bo Kanton negihên hev Tirkiye ketiye nav hewldanê'

Cîgirên Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û îdrîs Baluken li ser pêşketinên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku nêzîk

  • Dîrok: 24/07/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Cîgirên Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û îdrîs Baluken li ser pêşketinên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku nêzîktêdayîna talûke ya AKP'ê raya giştî dixe nava metirsiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiyeya ku polîtîkaya wê ya li Sûriyê û Rojhilata Navîn îflas kiriye, ji dêvla dest ji vê polîtîkayê berde têde israr dike. Buldan û Baluken Wisa gotin: " Tirkyeya ku ji bo li Rojava serketinên gelên kurd,ereb, tirmen û elewê têk bibe piştgirî dabû DAIŞ'ê, bi tirên MÎT'ê çek şandibûn di vê polîtîkayê de bi ser neket; vê carê ji bo Kanton negihîn hev plana xwe ya çêkirina herêma tampon dixe dewleyê. Tirkiye bi pêvajoya ku DAIŞ'ê nikarî bibe serî dixwaze bi herêmên tampon bibe serî. Ji dêvla ku di serî de bi kurdan û bi gelên din ên herêmê re îtîfaqeke dostane ya dîrokî çêke, ji bo pêşî li pêşketinên demokratîk ên li vê herêmê bigire ketine nav hewldanên mudexeleyê, dike bi rewşa şer/ewlehî ya ku çêbûye siyaseta nav welat jî ji nû ve saz bike û dixwaze qadên demokratîk teng bike."

Daxuyanî dibêje AKP'ê ji hilbijartina 7'ê pûşperê ders negirtiye, dixwaze bi kaoz, qeyran û pevçûnan Tirkyeyê ber bi hilbijartineke pêşwext bibe, ji bo xwe xeyal dike ku dê careke din piraniya bi dest bixe û bi serê xwe bibe desthilatdar. Divê civak vê bibîne ku komkujiyên çeteyên hov û tecawizkar DAIŞ'ê kirine encama polîtîkaya 3-4 salên dawî a Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku AKP dixwaze nîşan bide ku li hemberî DAIŞ'ê di nav têkoşînê de ye û bi vê yekê nêrîna "AKP bi terorê re di nav têkiliyê de ye" bela wela bike. Operasyonên ku AKP dike operasyonên guhertina nêrîna însanan e, têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ'ê ne ji dil e û ji baweriyê dûr e û ev pirs hatine kirin: "Dewletê dizanî kesên komkujiya li Amedê û Pirsûsê kirine kî bûn, ew dişopandin lê  çima pêşî li vê wehşetê negirt? Çima ew nehatin binçavkirin? Çima bi ser hucreyên veşartîyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê operasyon çênekirin? Çima di çapemeniya AKP, Qesrê de hê zimanekî nazik li hemberî DAIŞ'ê bikar tîne? Çapemeniya AKP'ê ku li hemberî me heqaretên herî mezin dike, zimanê nefretê bikar tîne, çima gotinek jî xirab ji bo DAIŞ'ê bikar nayne, di rewşeke wisa de çawa dê mirov bawer bikin ku hûn li hemberî DAIŞ'ê di nav têkoşînê de ne? Bi operasyonên îro, bi DAIŞ'ê AKP dixwaze xwe paqij nîşan bide. Rewş li holê ye ku operasyonên ku DAIŞ'ê têk bibin, pêşî lê bigirin nayên kirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên ku îro li 19 bajaran hatin kirin ne li dijî DAIŞ'ê, berevajî wê ji bo muxalifên demokratîk bêdeng bikin hatine kirin û wisa hate gotin: "Di operasyonan de rêveberên partiya me, kesên şoreş û demokrat jî di nav de bi sedan kes hatine binçavkirin. DAIŞ li hemberî partiya me, li hemberî muxalifên demokrat komkujî dike, hikumeta demî ya AKP'ê jî operasyonên siyasî dide dest pê kirin."

Cîgerên Hevserokan bang kirin ku AKP dest ji vê rêya bi talûke berde û hat gotin ku dawîlêanîna pêvajoya çareseriyê, destpêkirina serdema pevçûnan,hem li hundir û li derve çêkirina herêma tambon dê Tirkiyeyê bikişîne nav şereke herêmî ku bi vê yekê dê Tirkiye winda bike. AKP ji bo dengan, ji bo kursiyên xwe welat dehf dide nav agir. AKP gere li ser jiyana ciwanên me hesabê xwe neke ku tekane rêya baş jî çareseriya demokratîk û pêvajoya aştiyê ye.

Her wiha Buldan û Baluken gotin ji ber polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê, polîtîkaya AKP'ê ya ku îflas kiriye divê AKP ji gelên Tirkiyeyê lêborînê bixwaze û dest ji van şaşiyan berde.


'Bila meclis kom bibe'

Di vê navberê de bi îmzeya Buldan û Baluken HDP'ê serî li Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê da ku ji bo li ser polîtîkaya ku li hundir û li derve ji aştiyê dûr ketine nirxandin çêbin meclis li hev bicive.  


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşmergeyê li Misûlê şehîd ket xizmê Mebûsê HDP'ê ye

ad

Em çima ne pîşesaz in?

ad

Li Rusyayê 8,8 erdhej çêbû, tsunamî gihîşt Kalîfornîayê

ad

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

ad

Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir

ad

'Ez wazena bizewicî û tût biyarî dinya'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname