Diyarname
Li gelek bajarên kurdan û bajarên Tirkiyeyê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komkujiya Pirsûsê daketin kolanan. Li gelek cihan diruşma "Qatil DAIŞ, hevkar AKP" hat bilind kirin.
Li Culemêrgê, li Şirnexê, Sêrtê, li Amed û navçeyên wê, Mêrdîn û navçeyên wê, Batman, Meletî, Dêrsim gel daket kolanan û komkujî şermezar kir.
Li Sêrtê polîsan bi bombeyên çavsotîner û avê êrîşê gel kir, ciwanan bi keviran bersiv da.
Li bajarên Tirkiyeyê wekî Mêrsîn, Enqere, Stenbol, Bursayê gel li kolanan bûn.
Li Stenbolê hin mebûsên HDP'ê jî di nav de, gelek rêxistin û partî li ber Lîseya Galatasaray hatin ba hev. Cîgira Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş li vir axivî û got: "30 ciwan têne kuştin û dewlet hê bêdeng e. Lê em baş dizanin emê kengê biaxivin. Ewlehiya gel hem ji aliyê Zagona Bingehîn hem ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di bin ewlehiya dewletê d eye. Yên li ser gotina me ya bila herkes ewlehiya xwe bigire tiştên beredayî dibêjin. Yên bombe şandina bila pêşî hesabê vê bidin."
Her wiha li Stenbolê piştî daxuyanî polîsan êrîşê girseya ku belav dibû kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin
- Bi bihîstina komkujî re HDP bi lezgînî dicive, mebûs diçin Pirsûsê