Diyarname
Mebûsê HDP'ê Celal Dogan ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çi xeber da? Dogan qala naveroka axaftinê kir.
Îro di rojnameya Cumhuriyetê de Selin Ongun bi Dogan re hevpeyvînek kiriye.:
(Li ser pirsa) Li hemberî Erdogan û partiya wê rexneyên we yên cidî hebûn?
- Di mîtînga Entabê de min nehişt ji bo Serokomar yuhê bikişînin. Em wisa bi edeb tevgeriyan. Lê Tayyip Erdogan xwedê selametiyê bidê, bi tifingên makîneyî gule bera me dan. Ji ber vê yekê reşneyên me li cem yên wî hindik dimînin.
Haya Demîrtaş ji hevdîtina we hebû?
- Daxwaza civanê ji min hat, hûn dizanin. Dizanîn ezê hevdîtinê bikim, lê dema wê nediyar bû. Ev 40 sal in ez di nav siyasetê de me, ezê bi kî re, li ku biaxivim, edeba partiyê û tevgerînê dizanim.
We ji ku dest bi hevdîtinê kir?
- Ji pirsîna hal û hewala hev, pirsa min a yekemîn ev bû: Hûn dest ji pêvajoya çareseriyê ber didin? Got 'Na'. Min got 'Baş e hûn dest jê bernadin niha em di kîjan merhaleyê de ne?' Dema em bi çavê meseleya ewlehiyê li vê binêrin ev pêvajo nameşe. Mirovan destê xwe bilind kiriye aştî dixwazin. Ev dest wê li hewa bimîne, ez ji bo vê yekê hatim.
Wî got çi?
- Got, 'Min dest jê bernedaye, lê ez xeyidî me'
Bibore me fêm nekir, xeyidîn?
- Min xeyidî dît, got 'Xeyidî me, min ew qas xizmet kir'. Tiştê jêre dibêje xeyidî me ev e: Dem bi dem li herêmê hin erebe têne şewitandin partî (HDP) bertek nîşan nedaye, dîsa meseleya derxistina çekan ji bo derveyî welat. Got, 'Çek derxistina derveyî welat dê pêvajo gelek pêşketa'
We li ser pêşîlêgirtina hevdîtina Ocalan a bi heyeta HDP'ê re xeber da?
- Min qala wê jî kir. Min got tecrîd ne rast e, bi tecrîdê em vedigerin serî.
Berisv?
- Bêdengî.
Di hevdîtinên wisa de Erdogan not digire?
- Di ya min de wisa nebû. Ez fikra xwe bibêjim, Mirov Ocalanî nexe nav têkiliyê ev yek ji bo Tirkiyeyê nabe qencî, dibe xirabî. Paşê em hatin ser meseleya Sûriyeyê. Min got, 1) Ez rast nabînim ku hûn li hemberi PYD û YPG'ê şer bikin. 2) Tehlîlên ku têne kirin li gor baweriya min şaş in. Hûn wisa nîşan dide ku li Bakurê Sûriyeyê dê dewletek çêbibe, vê yekê ji bo pîjkirina sûniyan dikî. Bi baweriya min niyetek wisa tuneye, kes jî bawer nake. Ger bi rastî jî hûn bawer dikin YPG û PYD li wir komên din ên etnîkî ji wir radike, tirkmenan, ereban bi zora çekan ji wir diqewirîne ku em wekî we nafikirin, wê çaxê em bi rêya dîplomasiyê vê meseleyê çareser bikin. Li ser navê Komara Tirkiyeyê em ji Ak Partî, MHP, CHP, HDP'ê heyetek çêbikin herin wir, şaşî, kêmasî hebin em wan hişyar bikin. Min got, dema rêya dîplomasiyê ya wisa hebe dest avêtina çek şaş e.
Çawa nêzî pêşniyarên te bûn?
- Wî got, 'Na, ez nabêjim îleh emê bikevin wir' Min got, rewş negihîje wir jî hûn nikarin Îranê, Rusyayê qanî bikin. Meylek wekî 'ezê rêya qanîkirinê hilbijêrim' hebû. Jixwe piştî wê daxuyanî hat dayîn hûn dizanin, gotin "Mesele ne PYD û YPG, mesele DAIŞ e". Paşê got "Hûn me wekî alîkarê rêxistina terorê sûcdar dikin, hevalên we û partiya we. Wisa nîşan didin, herî zêde ev li zora min diçe." Min got, binêr ez bi xwe çûmKobanî, bi saetan min bi hemwelatiyên wir re xeber da. Walîtiya me şorbe şandine naxwin. Dema min pirsî, 'Hûn çima naxwin?' gotin 'Dewlet ji me re şorbeyê dişîne, ji DAIŞ'ê re guleyan dişîne'. Nêrîna li nav gel ev e.
Wî bi xwe ev mînak çawa nirxand?
Ha li wir tiştê navbera we û kurdan xira kir Kobanî bû. Dema we li Entabê xeber da ez li Kobanî bûm, bigotina we ya "Kobanî ket, wê bikeve" wekî ku gelek kêfa we tê dixuya. Dema ku xwişk û birên wan li ber mirinê bûn gotina we ya wekî kêf bike, kurd dê çawa vê qebûl bikin. Wî jî got 'Min di wê wateyê de negot. Me 147 hezar birîndar ji Kobanî anîn, em li wan dinêrin.' Min got, "Nêrîna li birîndaran tiştek din e, hûn li ereban jî binêrin. lê hûn mexdûrbûna mirovên li wir hûn wekî serketin nîşan bidin, ji ber vê yekê gelek li zora wan çû."
Serokomarî bi aramî li rexne û diyarkirinên we guhdarî kir?
- Helbet, bersiva hinan da. Li hinan guhdarî kir. Gelek bi hurmet, ji dil bersiv da, ji dil lê guhdarî kir.
Li ser Koalîsyonê?
- Diyarkirina wî ev bû "Ligel CHP'ê emê zor çêkin. Ligel MHP'ê endamên me zêdetir nêzî hev in." Min got, "Ev dê bibe hikumeta şer, emê careke din vegerin serî" got "Na, dê nebe hikumeta şer, dê bibe hikumeta hilbijartinê." Kurteya axaftinê ev bû.
Pirsa we ya pêşî ji bo Serokomar "We dest ji pêvajoya çareseriyê berda?" bû. Dema hûn ji hevdîtinê derketin fikra di serê we de çi bû, bi ya we dest jê berdane?
- Di min rewşek dubendî de dît. Dualî bû. Yanê, ne dest jê berdaye, ne jî bernedaye.
Ev tê çi wateyê?
- Dixwaze demê bi dest bixe, demê bi dest bixe. Ev yek ji bo hilbijartinê ye, ji bo rewşa heyî ye; ger hûn ji min bipirsim dixwazim bibêjim dixwaze demê jêre çêbe.
Gotina Demirtaş a 'Emê te nekin serokdewlet' hat rojevê?
Na. Min got ev yek nêrîna partiya me ya li meseleyê ye, ne ji bo şexsê we ye. (...)
(Dogan qala hevdîtina xwe ya sala 89'an a bi Ozal re dike û qala rexneyên ku partiya wî lê kirine dike, li ser vê pirs tê) Lê vê carê wekî ku HDP'ê zêde reaksiyon nîşan nedan?
- Min ji partiyê bertekên erênî/baş dîtin. Ev partî wisa partiyek demokrat e ku gelek azadîxwaz e. Li nav me paşgotinî, şemitandina lingên yekî tune ye, kes eleqeya azadiya kesî nake. Tenê hûn azadiya kesî sinor nekin bes e. Partiyeke gelek rengîn e, mirovên demokrat in. Xeta HDP ne xetek e ku ez jê dûr bim. Ez ne dûrê nişfê 68'an, biratiya gelan im. Her wiha ez gelek dilşad im ku ez li nav HDP'ê me. Ger ji bo projeya bi hev re jiyîna gelên li Tirkiyeyê bi qasî mîsqalek jî keda min bikeve nav vir ev yek dê bibe mîrateya herî mezin ku ez dê ji bo zarokên xwe bihêlim.
Hûn li nav HDP'ê ne, ev yek tê wateya ku we bi temamî hêviya xwe ji CHP'ê biriye?
- Di sala 2004'an de min dest ji şaredarî berda. 11 sal derbas bûne. Ji bo kesên wekî min ku heta cihek siyasetê hatine êdî siûda wan ku li nav CHP'ê siyasetê bikin tune ye. Gotinek xirab a min ji bo CHP'ê çênabe. Rewşek wisa dê bibe bêhurmetî. Di dema ku her kes dixwaze bibe partiya Tirkiyeyê partiya ku Tirkiye ava kiriye ne partiya Tirkiyeyê ye, tenê li qeraxan eliqiye.Rastî ev e.
Helwesta AK Partî a li Tel Ebyadê (Girê Spî) dişibe helwesta CHP'ê ya li Bakurê Iraqê?
- Mixabin polîtîkayeke mezin a derve ya vî welatî nîn e. Li Zîncîrbozanê em rojek dimeşin, di bêrîka Suleyman Beg (Demirel) de saeta Rêyên Hesitî heye. Li pişt wê Misûl-Kerkûk dinivîse. Min got begê min ev çi ye? Got, "Rojekê gere ez nekevim vir dê çavên min li dû min bimînin." Sala 1978 bûn rojek Serokwezîr Ecevit bi lezgînî bangî me kir ji bo civînê em çûn odeya wî got, "Ger dimirim, dimînim nizanim, ger rojek plana ketine Misûl û Kerkûkê hat pêşiya we, teqez wê neynin cih. Ev plan kêmîna bûbî ya ê Amerika, yan ê Îngilizan e." Binêrin du serokwezîrên cuda. (...) Di dawiyê de Demirel berî bimire got 'Nekevin', Ecevit berî bimire got 'bikevin'. Em li welatekî wisa dijîn. Dîtin, pêşdîtinê nin e. Piştî gotina Serokomarê Komara Tirkiyeyê wekî "Kobanî ket, wê bikeve" bi hefteyekê Kobanî bi ser neket? Dema ez şaredar bûm min ji bo leşkeran jî qala vê yekê kir. Min got "Qet hûn wekî xeta sor nebînin û nekevin bakurê Iraqê ha". Ji sala 1954'an ve ez dizanim dê bakurê Iraqê bidin Mela Mistea Barzanî. Wê çaxê ez 9 salî me. Hûn çawa vê nabînin? Kurê Mela Mistefa hat li wir dewletek federe ava kir, min got wê derê ji bo xwe cîran bibînin, ne neyar. Min got 'We digot kurdên bi postal, duh me paseport da wî, îro ev dê dewletê çêbikin', min got ,niha wî zilamî li wir dewlet ava kir.
We ji kî re got?
- Min ji Yaşar Buyakanit (1) re got de herin bikevin bakurê Iraqê. Gotin "Me nedizanî dê Amerîka wisa tevbigere."
We li ku ev got?
- Min rû bi rû jêre got. Min gelek caran got, niha jî dibêjim. Çi ye, 'Me nedizanî Amerîka wê wisa tevbigere'! Li gotinê binêre. Dema hûn welatekî tehlîl bikin li berjewendiyên wî welatî û li pîvana mafên mirovan a demokratîk a vî welatî binêrin. Ev axek e, li wir gelek heye, aliyên wî gelî ku te eleqedar dikin hene? Ew gel dê xwe bi xwe biryara qedera xwe nede? Niha bakurê Sûriyeyê jî heman tişt e. Piştî meseleya PYD, Salih Muslim derket holê bi du mehan ez çûm cem Muharrem Yilmaz (2). Min jêre got heyetek bişînin bakurê Sûriyeyê, têkilî saz bikin encax têkiliyên aborî dikarin encamên siyasî derxin holê. Siberoj kesek din dê here van deran, hûnê dereng bimînin. Binêrin em wekî Entab em bi 7 mîlyar dolarî mal difroşin Bakurê Iraqê. Ev reqemek gelek mezin e ku ji îhracata ji bo gelek welatan zêdetir e. Niha Bakurê Sûriyeyê dê ji vê cudatir nebe. Ji bo ku mirov vê yekê nebîne encax divê mirov kor be. Kî van dixapîne ez nizanim.
Dema ji bo Serokomar we ev analîza xwe ya ji bo Sûriyeyê vegot we çi dît? Ew çi dibêje?
- Em wekî HDP dikarin li ser navê Dewleta Komara Tirkiyeyê bi heyetek herin wê derê, lêkolînê bikin. Şaşî hebin em hişyar bikin. Ji dêvla ku hûn van bişînin cem hembêza Amerîka, hûn bigirin îdare bikin.
Bersiv?
- Disekine, dinêre. Carinan erê dibêje, carinan na dibêje. Ger di serê mirovan de tiştên din hebi, ez nikarim bibêjim bi awayê xirab an baş şirove kir, lê ne mimkûn e van yekan fêm neke. Jixwe fêm dike jî.
Notên werger:
1- Serfermantarê Giştî yê Tirkiyeyê. 2006'an de bû Serfermandar, 2008'an de malnişîn bû.
2- Muharrem Yilmaz, Serokê TUSÎAD'ê (Komeleya Karsazên û Senayîkarên Tirk) yê berê. Di sala 17.01.2013'yan de bû Serokê TUSÎAD'ê û di 4.06.2014'an de ji ber hin meseleyan îstîfa kir.
Notek din: Ev hevpeyvîn hinek din dirêj bû. Bi taybetî beşên kurdan eleqedar dikin min wergerandin.
Werger: Cemil Oguz