TV'yên Xak û Kurdsatê Leyla Elîyê bi gulleyê xwe kuşt
Pêşkêşvana televîzyonên Xak û Kurdsatê Leyla Eliyê guleyeke bera xwe da û xwe kuşt.
Îro rêvebira Xaneya Smoreyê û spîkera her du kanalên Kurdsat û Xakê, di bûyereke ku sedema wê hê nayê zanîn de bi guleyê xwe kuşt.
Di vî warî de çavkaniyeke taybet ji PUKmediayê re eşkere kir ku Leyla Eliyê guleyek li serê xwe daye û di cih de canê xwe ji dest daye.
Heta niha hûrgiliyên bûyerê nehatine zanîn.
Ji PUKmediayê hatiye girtin