Diyarname
Hin nivîskarên kurd ên ji rojavayê Kurdistanê ku li Ewropayê dijîn û bi giştî li dijî tevgera PYD-YPG ne, niha jî xwe tevî nivîskar Helîm Yûsiv dikin. Yûsiv ku ew jî ji rojavayê Kurdistanê ye lê ne ligel wan e, ligel kurdên welatparêz, erebên ku Sûriyeya Demokratîk e, niha rastî reşkirina van derdoran hatiye.
Kurtedemek berê li dor 170 kesên nivîskar û rojnamegerên ereb ku di nav wan de li dor 30 kesên kurd jî hebûn daxuyaniyeke weşandin. Di daxuyaniyê de îdîa kirin ku PYD girêdayî rêjîma Sûriyê ye û Yekîneyên Parastina Gel jî wekî alîgirên rêjîmê û hêzeke ku gelek tawan kirine. Di daxuyaniyê de wan rêjîm, DAIŞ û YPG şermezar kiribûn, bêyî hêzên îslamî yên din mîna Cebhetul Nusra ku baskê El Qaîdê ye li Sûriyê, yan jî rola Tirkiyê, şermezar bikin.
Nivîsa Yûsiv şaş wergerandin
Helîm Yûsiv ku di jiyana xwe de bi giştî li ser xeta demokratîk dimeşe, dîsa şoreşa kurdan û şoreşa li Sûrî diparêze, berî demekê di rûpela xwe ya facebookê de nivîseke kin bi navê "kurmên darê" belav kiribû. Di vê nivîsê de rexne li wan kesan girtibû, ew ên ku xwe wekî nivîskar û rewshenbîrên kurd bi nav dikin û ji derxistina daxuyaniyan hez dikin, hetanî ku ew daxuyaniyên şereffirotina wan be jî.
Kesên ew daxuyaniya dijî hêzên kurdan îmze kiribûn ew nivîsa Helîm Yûsiv a facebookê bi awayekî xirab wergerandin erebî û di çapemeniya erebî de belav kirin. Nivîsa Helîm Yûsiv wiha dan nîşandan wekî ku ji wan bi xwe re hatibe nivîsandin û giliyê wî li cem Hevgirtina Nivîskarên Sûriyê kirin û ew wekî nijadperestekî kurd nîşan dan. Ji wê gavê û heta niha ew êrîşên reşkirinê yên li hemberî Yûsiv berdewam dikin.
Xwestin Yûsiv ji rêvberiya hevgirtênê bê avêtin
Helîm Yûsiv yek ji endamê Rêveberiya Hevgirtina Nivîskarên Sûriyeyê ye. Di heman demê de endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ye. Ev kesên ku kampanyaya reşkirinê ji bo Helîm Yûsiv dane dest pê kirin, ji wê Hevgirtina Nivîskarên Sûriyeyê xwestine ku Helîm Yûsiv ji endamtiya wê bê avêtin. Lê di encamê de wê hevgirtinê tiştek nekiriye, lewma jî ev koma reşker dest bi bernevkirina îmzeyan kiriye ku wan ji bo wê tevgerê bişînin.
HRRK xwedî li Yûsiv derket
Li ser van kirina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) daxuyaniyeke* nivîskî weşand û ev êrîş şermezar kirin. HRRK'ê di daxuyaniya ku ji bo malpera me jî şand de wisa got: "Em vê kampanyaya reşkirinê şermezar dikin û em di vê derbarê de xwe li kêleka hemkarê xwe û berdevkê xwe yê ragihandinê Helîm Yûsiv dibînin. Her wisa ji bo avakirina têkiliyên saxlem ku pala didin wekheviyê, sînga me li ber hemû kes, alî, derdor û dezgehên Sûrî vekiriye û li ser bingeha dûrketina ji berjewendiyên takekesane û teng û nêzîkbûna ji berjewendiyên giştî ku xêra her kesî têde heye."
Em jî wekî malper xwedî li nivîskarê xwe Helîm Yûsiv derdikevin û dibêjin heta dawî em li cem wî ne.
- Daxuyaniya HRRK'ê:
Êrîşên li ser Helîm Yûsiv şermezar kirin