Diyarname
Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay ji bo pêşberendamtiya şaredariya Batmanê serî li rêxistinê da.
Hilbijartina herêmî di 29'ê adara 2009'an de li dar dikeve. Ji bo berendamtiyê serîlêdanên partiyan didomin. Yê DTP'ê ji bo pêşberendamtiyê roja serîlêdana dawî sibê (22'yê mehê) ye. Yek ji kesên serîlêdana xwe pêk anî jî Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay e. Atalay ji serokatiyê îstîfa kir û ji bo pêşberendamtiyê serî li Komîsyona Hilbijartinê ya DTP'a Batmanê da.
Atalay da zanîn ku ji Batmanê daxwaz jêre hatine ji ber vê yekê ji bo pêşberendamtiya şaredariya Batmanê serîlêdaneke bi vî rengî pêk aniye.
Heta niha nêzî sî kesî li Batmanê serî li komîsyonê daye ku ev reqemeke mezin e.


