Feleknaz Ûca û sonda bi kurdî
Ergulen Toprak
Wê bi salan Mebûsiya Parlemena Ewropayê (PE) kir. Dema ku mebûsên DEP'ê di zindanan de bûn, ew ne tenê li Parlemena Ewropayê, di heman demê de li Tirkiyeyê jî bû dengê kurdan. Di dema ku deriyê Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) li kurdan hat girtin wekî mebûsek çi demê pîdivî pê çêbû li cem gelê xwe bû.
Ew bi hemû nasnameyên xwe siyasetmedarek ku dihat çewisandin bû. Bi nasnameyên xwe yên kurd, êzdî, jin, koçber hem kesek dihat çewsandin bû, hem jî bûbû dengê kesên têne çewsandin.
A rast nedixwest bikeve nav siyasetê. Ew jî wekî gelek koçberên kurd ên li Ewropayê niyet kiribû ku here serê çiyê, bêyî ku qet bîr bibe ji bo berendamtiya mebûsiya Parlemena Ewropayê hatibû qanîkirin. Di temenê ciwan de li Ewropayê li ser navê kurdan þanenava xwe avêtiye bin karên girîng. Beþeke mezin a karê xwe ji bo têkoþîna li hemberî binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê xerc dikir. Lê ligel vê yekê jî bi tirkî nedizanî...
Sal 2003. Di dema ku DEP'î di zindanê de bûn, bi ser de jî HADEP hatibû girtin. Beþek ji yên ku îro ji ber rewþa xwe deng dane HDP'ê wê çaxê li hemberî zilma ku rejimê li kurdan dikir bêdeng bûn.
Kongreya DEHAP'ê û kurdî
Wan salan ez li Enqereyê bûm. Bi qasî îro dostên kurdan nîn bûn. Li Enqereyê siyaseta kurd hatibû îzolekirin. Dewlet bi hemû hêza xwe bi ser kurdan de diçû. Li hemberî DEHAP'a ku ji dêvla HADEP'ê hatibû avakirin jî tehamul tune bû.
Çapemeniya tirk ku îro bi têra xwe pesnê HDP'ê û Ocalanî dide wê rojê kongreya DEHAP'ê bi van nûçeyan kiribû manþeta xwe, "Merþa Îstîklalê nehat xwendin", "Posterê Ataturk nehat daliqandin", "Posterên serokê terorîstan hat vekirin".
Feleknaz Ûca jî beþdarî kongreyê bûbû û ji ber ku bi tirkî nedizanî dixwest bi kurdî biaxive, lê Komîserê Hikumetê ew rawestandibû. Roja din hin rojnameyên mezin Feleknaz Ûca wekî "provakator" bi nav kiribûn.
A rast wê tenê ji ber ku bi tirkî nedizanî dixwest bi kurdî ji bo yên li salonê ne biaxive. Lê rênedabûn vê daxwaza mehsûm. Mebûsa jin a li ser navê kurdan li Parlemena Ewropayê siyaset dikir li ber çavên bi hezaran temaþevanî hatibû astengkirin, bi ser de jî hatibû tehdîdkirin.
Ûca çawa bi kurdî silav li temaþevanan kiribû Komîserê Hikumetê bi lez derketibû ser dikê û dîwan hiþyar kiribû. Betalkirina kongreyê, girtina DEHAP'ê jî dikaribû çêbiba. Lewma Feleknaz Ûca dest ji axaftina bi kurdî berda. Bi awayekî zor lê kirin ku bi almanî biaxive. Wekî mêvanek biyanî axaftina wê li tirkî hate wergerandin ji bo yên li salonê. Zimanê kurdî yê Feleknaz Ûca gelek baþ e. Bi awayekî bêwate pêþî lê girtibûn ku ew bi zimanê ku dikare xweþ pê fikrên xwe bîne ziman.
Bi zora HDP-BDP'ê rê li kurdî vebû
Sal derbas bûn û bi zora HDP-BDP'ê ew Zagona Partiyên Siyasî, ew xala beredayî hat guherandin. Êdî partiyên siyasî dikarin bi zimanekî ji bilî tirkî xebatên xwe yên siyasî bikin.
Ne tenê Feleknaz Ûca, êdî kî bixwaze dikare di kongreyên HDP'ê de bi kurdî biaxive. Ji bo asanbûna rewþê gavek girîng e lê têre nake, ji ber ku piþtî 12 salan tiþtê ku li meclisê niha li Feleknaz Ûca hat kirin nîþan dide ku ji bo normalbûnê hê divê gelek pêþketin çêbin. Di merasima sondxwarinê de bi zimanê ku Ûca qet nizane û jê fêm nake zor lê kirin ku sond bixwe; dibe ku bi vê yekê zagon bi awayekî anîn cih lê ew qasî jî wijdan hatin birîndarkirin. Çawa ku bi zora kurdan qedexeya li ser bikaranîna zimanên ji bilî tirkî ji holê hat rakirin, xebatên TBMM'ê jî rojekê dê ji bo kurdî bêne vekirin. Di van du serdemên dawî yên meclisê de li meclisê bi awayekî jixweber kurdî axaftin têne kirin, gelek caran wan naxin tûtanakan (belgeyên meclisê) û rêveberiya Meclisê wê piþtguh dike. Lê li hemû welatên demokratîk ên dinyayê parlemen bi pirzimanî ne. Emê bibin þahid ku bi Feleknaz Ûca re dê TBMM jî bigihîje asta pirzimaniyê.
Tu þik nîn e ku di serdema nû de Feleknaz Ûca dê bibe yek ji navên girîng a TBMM'ê.
Bêþik mebûsên din ên kurd jî dê gelek tiþtî ji Feleknazê hîn bibin.