Diyarname
Komek rewşenbîr êvarê saet 19.00'an de li Tunelê heta ber Lîseya Galatasaray a Beyoglu meşiyan. Rewşenbîr bi banga "ji bo ku tu dengê xwe bidî HDP'ê ne hewceye tu HDP'yî bî" meşiyan û ji bo dengên xwe bidin HDP'ê bang kirin.
Wan pankarta ku li ser EM; wekî rewşenbîr, hunermend, nivîskar û xebatkarên çandê ji bo "mirovahiya mezin û ji bo jiyana nû dimeşin!" û dibêjin: "Ji bo tu dengê xwe bidî HDP'ê ne hewceye tu HDP'yî bî."
Orhan Alkaya, Celal Başlangiç, Mahmut Balpetek, Yasemin Goksu jî di nav de gelek kes meşiyan. Goksu li ser meşê wisa got: "Kes zor li me nake ku em bibin HDP'yî yan piştgirî bidin HDP'ê. Em dixwazin stranên xwe, fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Ji bo pêşeroja zarokên xwe em piştgirî didin HDP'ê."


