MAHABAD - ANF
Li Mahabadê jineke ciwan a Kurd ku li Otela Tara dixebitî ji bo ji tecawiza endamên rêxistina îstixbaratê ya Îranê Îtlaatê xwe xelas bike ji qata 4’an a otelê avêt, gelê Mahabadê otel da ber êgir. Dema derket holê ku Ferînaz Xosrowanî ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike jiyana xwe ji dest daye hêrsa gel herikî kolanan.
Îro li gor saeta herêmî 18:00’an gel li ber Otela Tara kom bû û xwepêşandanek protestoyî li dar xist. Polîsên Îranê bi gule û bombeyên gazê ku êrîşî xwepêşandanê kir, piştî 10 kes birîndar bûn gelê Mahabadê Otel şewitand. Di navbera gelê xwest kesên bûn sedema mirina Xosrowanî bên dîtin û polîsan de pevçûnan rû da. Li gor agahiyên destpêkê ku hat gotin hejmara birîndaran 10 kes in, gumana birîndar zêdetir in heye.
Di tora civakî de hat ragihandin ku Seyîd Murteza Haşîmî yê Midûrê Otelê ku ji Tebrîzê ye û gel wî ji hewldana tecawiza li hember Xosrowanî berpirsyar dibîne piştî xwepêşandanan ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Heta xwepêşandanên protestoyî jî rayedarên Îranê bêdeng bûn. Piştî otel hat şewitandin rayedaran daxuyanî da. Di daxuyaniya ofîsa fermî ya Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî de hat xwestin tavilê bûyer bê zelalkirin. Tê diyarkirin ku tevî bangên aramiyê yên rayedarên Îranê yên li Mahabadê jî çalakiyên li kolanan didomin.