Diyarname
Rojnamegerên ku ev bi salan e navê wan li cem hukumetê qeydkirî ye, niha ev qeyda wan hate betalkirin.
Rojnameger ji bo çapemeniyên Lijneya Wezîran û çapemeniyên li serokwezîriyê bişopînin akredîtasyonê (navqeydkirin) saz dikin. Niha hin rojnamegerên ku ev bi salan e navê wan qeydkiriye di nûkirina akredîteyê de navê wan ji akredîteyê hat derxistin.
Di nav de nûçegihana dîplomasiyê ya rojnameya Evreselê Sultan Ozer, nûçegihanên Hurriyetê Hasan Tufekçi û Turan Yılmaz, nûçegîhanê Milliyetê Abdullah Karakuş, ji televîzyona Starê Fatma Çozen û nûçegîhanê Akşamê Ali Ekber Erturk heye.
Nûçegîhana rojnameya Evrenselê Sultan Ozer ji bo Bîanetê wisa gotiye: "Ji ber ku min nûçeyên rexneyê çêdikirin û pirsên ku ji aliyê serokwezîrî ve ji wan nedihatin hez kirin dikirin akredîteya min nû nekirin û deriyên wezaret û wezaretiyê li min girtin."


