Diyarname
Ji bo çarîk fînala Lîga Şampiyonan û Kûpaya Lîga UEFA'yê pişke hatin kişandin. Vane tîmên wekî reqîbên hev derketin...
Dê derbiya Madrîdê lidar bikeve
Di Kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de dema dema çarîk fînalê ye. Ji bo çarîk fînalê li Nyona Swîsreyê li Navenda Giştî ya UEFA'yê pişke hate kişandin. Ji 5 welatan 8 tîm beşdarî çarîk fînalê bûn. Du tîmên Spanyayê, Real Madrîd (ku par bûbû Şampiyonê Şampiyonan) û Atletico Madrid (ku bûbû fînalîst) di pişkeyê de wekî reqîb derketin pêşberî hev.
Maçên yekemîn ên çarîk fînalê 14-15'ê avrêlê, maçên duyem 21-22'yê avrêlê dê bêne lîstin. Tîmên derbasî nîv fînalê bibin dê roja 24'ê avrêlê beşdarî pişkeyê bibin.
Di pişteyê de ev tîm bûn reqîbên hev:
Paris Saint-Germain (Fransa) - Barcelona (Spanya)
Atletico Madrid (Spanya) - Real Madrid (Spanya)
Porto (Portekîz) - Bayern Munih (Almanya)
Juventus (Îtalya) - Monaco (Fransa)
Çarîk fînalîstên Lîga UEFA'yê
Ji bo Lîga Ewropa ya UEFA'yê jî pişke hatin kişandin. Tîma Club Brugge ku duh li Stenbolê bi 3-1 Beşîktaş têk biribû bû reqîbê Dnipro yê Ûkraynayê.
Maçên çarîk fînalê rojên 14 û 23'yê avrêlê dê bên lîstin. Tîmên derbasî nîv fînalê bibin dê roja 24'ê avrêlê beşdarî pişkeyê bibin.
Di pişkeyê de ev tîm derketin pêşberî hev:
Sevilla (Spanya) - Zenit (Rusya)
Dnipro (Ukrayna) - Club Brugge (Belçîka)
Dinamo Kyiv (Ukrayna) - Fiorentina (Îtalya)
Wolfsburg (Almanya) - Napoli (Îtalya)