Diyarname
Şîrketa Gezîcî Araştirma anketa xwe ya meha adarê weşand. Di anketê de encamên balkêş derketin. Li gor anketê HDP bendavê rehet derbas dike.
Gezîcî Araştirma demek berê anketek weşandibû û têde diyar kiribû ku dengê AKP'ê gelek kêm bûne. Li ser vê yekê endamên maliyeyê yên dewletê bi ser avahiya şîrketê de girtin û hemû tiştên wan ên fermî ber çavan re derbas kirin. Di encamê de tiştek derzagonî nehat dîtin. Vê şîrketê niha anketa xwe ya meha adarê weşand. Şîrketê di rojên destpêka meha adarê de li 36 bajaran bi 4860 kesî re anketek çêkiriye. Li gor anketê AKP sedî 39.3, CHP sedî 29.6, MHP sedî 17.7 û HDP jî sedî 11.4 dengan digire.
Li gor nûçeya di rojnameya Cumhuriyetê de hatiye weşandin ev encam li mebûsan hatiye belavkirin û rewşek wisa derketiye holê. AKP 229, CHP 146, MHP118 û HDP jî 57 mebûsan derdixe û bi vê rewşekê ne AKP, ne partiyek din nikare bi tena serê xwe hikumetê saz bike.


