Diyarname
Kovara Zanist û Teknolojiyê "Zanko" ku ji ser înternetê re weşanê dike hejmara xwe ya 3'yan amade û pêşkêş kir.
Kovara Zanko ya ku bi mijarên zanist, teknolojî, otomotîv, înternet, software û hwd. di nav 2 -3 mehan de carekê derdikeve, hejmareke din jî derxist.
Kovara Zanko bi tîmeke 35 nivîskaran hin bi wergerî û hin jî bi zanyarên vî karê zanistê, zanyariyan kom dike û wan di kovareke pir-mijar de derdixe.
Di nav Kovara Zanko ku bi du zaravayan (kurmancî û kirmanckî, heman nivîs bi du zaravayan) derdikeve gelek beş têde hene.
Kovara ku li ser înternetê wekî online hatiye belavkirin yên bixwazin dikarin daxin û bixwînin.
Edîtoriya kovarê bi kurmancî ji aliyê Cuneyt Ewrareş ve, bi kirmanckî (zazakî) jî ji aliyê Selepatî Nuwîskar ve tê kirin.
Ji ser malperên teknokurd.com û zaningeh.netê yên bixwazin dikarin xwe bigihînin kovarê.