Diyarname
Kovara Doga ku li ser xwezayê disekine yekem hejmara xwe derxist. Kovar balê dikişine ser Heskîfê.
Li Tirkiyeyê Doga Dernegi (Komeleya Xwezayê) ji bo parastina xwezayê, teyr û tilûran, cihên dîrokî têdikoşe, xebatan dike. Komeleyê niha dest bi derxistina kovarekê kir. Kovara bi navê "Doga" (xweza) dê du mehan carekê derkeve û bi 6 YTL'yan tê firotin. Kovarê hejmara xwe ya kewçêr-sermawezê derxist.
Digel kovarê strana bi navê "Uyan" (Hişyar be) ku Tarkan li ser xwezayê ji bo piştgiriya Komeleya Xwezayê amade kiribû bê pere tê belavkirin. Di stranê de Orhan Gencebay jî li tembûrê dabû. Kovarê di hejmara xwe ya yekemîn de bi Tarkan û Orhan Gencebay re hevpeyvîneke kiriye.
Di nav nivîsên kovarê de yek ji nivîsên ku balê dikişîne jî nivîsa li ser Heskîfê ye. Nivîsa bi sernavê "Bila Heskîf têk neçe" hatiye weşandin de li ser Heskîfê, Çemê Dîcleyê, teyr û tilûrên wê derê agahiyên baş pêşkêş kiriye. Nivîsa ku ji aliyê Erkut Erturk ve hatiye amadekirin de balê dikişîne piştî bendava ku dibe bê çêkirin jî. Li ser gotinên rayedarên Tirkiyeyê yên bi rengê, "Emê Heskîfê bar bikin" jî di nivîsê de wisa hatiye nivîsîn: "Çemê Dîcleyê ku di bin lingên pir re diherike, bi mîlyonan zindiyên ku li vir dijîn, kevirê şaristaniyê ku Heskîfê dike Heskîf dê çawa bê barkirin? Heskîf dikare bê têkbirin, lê nayê barkirin."
Di kovara ku di bin gerînendetiya Guven Eken de hatiye weşandin balê dikişîne ser Allianoi'ye, Tuz Golu jî.