Diyarname
Lîstikvana navdar Salma Hayek ji bo piştgirî bide kampanyaya têkoşîna bi nexweşiya tetanosê de hat Cenevreyê.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li hemberî nexweşiya tetanosê ku wekî "nexweşiya ku hatiye ji bîr kirin" bi nav kir kampanyayeke da dest pê kirin.
Ev kampanya li dinyayê 170 mîlyon jinan eleqedar dike. Pompers (Procter & Gamble) bi 15 mîlyon dolarî kampanyayê fînanse dike.
Ji bo vê kampanyayê lîstikvana navdar Salma Hayek jî piştgirî dide. Kampanya di navbera 1'ê kewçêra 2008'an Û 1'ê rêbendana 2009'an de dê li dar be. Di vê maweyê de ji her potê pitikan a Pompers bê firotin dê pereyê derziyekê jê biçe kampanyayê re. Sê salan dê kampanya her bê nûkirin û dê bê kirin ku bi qasî buhaya 200 mîlyon doza derziyan bê derxistin. UNICEF'ê got ku heta sala 2012'yan ji bo ku ev nexweşî ji holê rabe ev reqem tenê têrê nîvê vê yekê dike.
Hayek jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: "Bi rastî ev li xweşa min diçe. Ev fikreke ku hemû jinên dinyayê dikarin alîkaryê bikin.
Ji UNICEF'ê Philip O'Brien jî da zanîn ku beşdariya Hayekê ya ji bo kampanyayê dê bibe nefeseke nû.
Kampanyaya navborî ev deh sal in didome.
Li gor agahiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2004'an de nêzî 150 hezar kesî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Piraniya van jî zarok in.


