Batman
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Heskîfê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Teşebûsa Jiyandina Heskîfê ya Êlihê ve tê organîzekirin bi coşeke mezin dom dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de "Sempozyuma Heskîfê ya Navneteweyî" hate lidarxistin. Osman Baydemîr ku di sempozyumê de axivî, got, "Em nahêlin bendav çêbibe."
Di çarçoveya 5`emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Heskîfê ku bi slogana "Ji cih nebe, bibe pêşerojê" tê lidarxistin de, li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney "Sempozyuma Heskîfê ya Navneteweyî" hate lidarxistin. Parlamentera DTP`ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endama Parlamena Ewropayê Feleknaz Uca, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan, parlementerê berê yê DEP`ê Selîm Sadak, Serokê Rêxistina DTP`a Êlihê Ozcan Erdem, Berdevkê Gundiyên Bergamayê Oktay Konyar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî sempozyumê bûn.
Endamê Teşebûsa Jiyandina Heskîfê ya Êlihê Parêzer Ferhat Bayindar ku axaftina destpêkê kir, diyar kir ku wan ev teşebûs bi armanca ku raya giştî têkildarî der barê çêkirina Bendava Ilisuyê de rast agahdar bikin ava kiriye.
Bayindir, destnîşan kir ku bi çêkirina Bendava Ilisuyê re wê bajarekî dîrokî, di bin avê de bimîne û wê dîsa pirsgirêka koçberiyê bê rojevê.
PEYWIRA HEMÛ MIROVAN E
Şaredar Huseyîn Kalkan jî diyar kir Heskîf ji bo hemû mirovahiyê gelek girîng e û destnîşan kir ku xwedî derketina li Heskîfê peywira hemû mirovan e. Kalkan ev tişt gotin: "Ev 10 hezar sal in ku ev cih hembêziya çand û olên cuda dike. Vê derê jiyana bi hev re nîşanî me daye. Dê ligel çêkirina bendavê dîsa tevgera koçê dest pê bike. Dê bi çêkirina bendavê 200 gund bêne valakirin. Ji 200 gundan dê 60 hezar kes koçî Êlihê bikin, bajar nikare ev qas kesî ragire."
`EM NAHÊLIN BENDAV ÇÊBE`
Piştî axaftina Kalkan, Navenda Enerjiya Rojê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çêkirin, bi sînevîzyonekê hate nasandin. Piştî sînevîzyonê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, axafinek kir û diyar kir ku rêvebiriya navendî nêrînên gel û rêveberiyên herêmî nagire û hewl dide ku projeyek bi vî awayî pêk bîne. Baydemîr wiha got: "Serokwezîr dibêje `em ê bi îzna xweda Bendava Ilisuyê çêbikin` em jî dibêjin `bi îzna Xweda em nahêlin bendav bê çêkirin."
`HIN RIYÊN DIN HENE`
Baydemîr, anî ziman ku ji bo Heskîfê çi pêwîst be wê bikin û diyar kir ku gelê Heskîfê ne bi tenê ye. Baydemîr wiha axivî: "Em ê mafên civakî, aborî û siyasî yên welatiyên xwe biparêzin. Hin riyên enerjî yên din jî hene. Werin em li Heskîfê Navenda Enerjiya Rojê vekin û bi vê projeyê bersivê bidin rêveberiya navendî. Ev çalakiya ku em ê pêk bînin wê ji bo hemû kesan bibe bersiv."
Piştî axaftinên vekirinê, sempozyumê bi mijara "Li hemberî bendavan têkoşîna hevpar" dom kir.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin