Rojnameya Bild Kobanî wekî bajarê ku ket nav dîroka cîhanê destnîşan kir. Di heman nivîsê de bal li ser wê yekê tê kişandin ku Kobanî jî ket nav lîsteya bajarên ku dîrok veguherandine.
Bild ku li Almanyayê rojnameya rojane ya herî zêde tê firotin e, bi sernivîsa “Çima ev bajar dê bikevin nav dîrokê” behsa şerê Kobanî û yê Debalzewe ya Ukraynayê yê niha dike. Nivîsa rojnameya navdar wiha destpêdike: “Waterloo! Stalingrad! Pearl Harbor! Trafalgar! Ev bajarên mîstîk ên ku li wan veguherîna dîroka cîhanê pêk hatiye. Bajar, gund û lîmanên berê artêş li wan li hev rabûne, ji bo serkeftina şer bi dest bixin. Tê dîtin ku ew dem niha dîsa dubare dibe. Û niha du bajarên nû dikevin rêza lîsteya bajarên dîrokî: Kobanî û Debalzewa. Du bajarên biçûk ên dîroka cîhanê dinivîsin û dibe ku qedera Ewropayê jî biguherînin."
Nivîsa bi îmzeya Hans-Jorg Vehlewald wiha didome: "Hejmara şêniyên Kobanî bi fermî nagihin 50 hezaran, tenê hinek kaniyên avê lê hene û cihê vî bajarê kurdan ê stratejîk ê li ser sînorê Tirkiye û Sûrî heta rezbera 2014’an, dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser bajêr, xwedî wateyeke kêm bû. Bi hezaran kurd jê koçber bûn, hatin serjêkirin, di nava şerê xaniyan de ji hev belav bûn.”
Bild berdewamiyê de balê dikişîne ser rola Kobanî di şerê giştî yê li dijî DAÎŞ’ê de jî: “Berxwedana Kobanî bû çerxa zivirandina şerê li dijî terorê yên dewletên rojavayî. Şêst dewlet beşdarî Hevpeymaniya Dijî DAÎŞ’ê ya Navneteweyî ku berî hingî Serokê DYA’yê Barack Obama îlana wê kiribû bûn.”
Rojnameya herî zêde a bi almanî tê xwendin pirsa “ka gelo diviyabû ev bajar wêran bibe, heta ku cîhan alîkariyê bike” dike û wiha didomîne: “Lê wêneyan bandora xwe kir. Almanyaya ku di warê leşkerî de gelekî hêdî gavan diavêje jî ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê alîkariya çekan û şêwirmendî da pêşmergeyan. "
Nivîsa Bildê ya derbarê Kobanî de wiha diqede: “Kurdan despêka meha reşemiyê serkeftin ragihand. Lê bi çi berdêlî? Sedî 90’ê bajêr wêran bû, dikan hatin talankirin û şewitandin. Xanî hatin bombebarankirin. Lê belê Kobanî bû destpêka qedandina pêşveçûna DAÎŞ’ê ya ku pêşiya wê nedihate rawestandin.”
Wergera ji almanî: Zekî Ozmen
http://www.bild.de/politik/ausland/krisen/kobane-debalzewe-historische-bedeutung-39840036.bild.html