Diyarname
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ji bo mebûsiyê li Rihayê serî li HDP'ê da.
Yên ku bixwazin ji HDP'ê bibin mebûs ji bo wan roja serîlêdanê 16'ê vê mehê dest pê kir û serîlêdan heta 2'yê adarê didome. Şaredarê berê Baydemîr çû navçeya HDP'ya Halîliye ya Rihayê û serîlêdana xwe ya ji bo mebûsiyê kir. Baydemîr dosyaya xwe ya serîlêdanê teslîmî Hevserokê HDP'ya Rihayê Rivan Yavuz û Sevgi Çelik Ozbingol kir. Baydemîr di serîlêdanê de got ku ji cihê ku hiştiye ew didomîne, dema demek bê Rihayê ji ava dergeha Xelîlûl Rehman vexwe careke din vir terk nake. Her wiha Baydemîr diyar kir ku ew di nav hewldana wekhevî, azadî, edaletê de ne û ji bo vê yekê di avakirina jiyaneke nû de ne.
Baydemîr li ser bendava hilbijartinê jî wisa got: "Mixabin ev welat bi 10 salan e di bin zordariya nemrûdî de ye. Yek ji zordariyên nemrûdî jî bendava sedî 10 e. Bajarê Xelîlul Rehman navenda têkoşînê ye. Tam li vê xalê li Rihayê bi têkoşîna Îbrahîmî emê bendên ku danîne pêşiya me ji holê rakin."


