Diyarname
Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) a Tirkiyeyê ceza li her du tîmên Amedê barand.
Bi îmzeya Serokê PFDK'ê Halit Fahri Gultekîn der barê tîmên li Tirkiyeyê de biryar hatin girtin. Ligel gelek tîmên din, PFDK'ê ceza li her du tîmên bajarê Amedê jî birî.
Roja 23'yê vê mehê de maça Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê di navbera Amed Spor (Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) û Galatasaray de hate lîstin. PFDK'ê ji ber "tezahuratên xirab" 5 hezar TL; ji ber "bûyerên temaşevanan çêkirine" maçek cezaya bê temaşevan lîstin; ji ber ser derenceyan jî tije temaşevan bûn 4 hezar TL; ji ber "klûbê ne li gor isûlan temaşevan girtine hundir" 13 hezar TL; ji ber ji bilî "nav û amblemên ji aliyê TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê*) ve hatine diyarkirin hatine bikaranîn" 4 hezar TL; ji ber Klûba Şaredariya Bajarê Mezin propagandaya îdeolojîk kiriye 20 hezar TL ceza hate birîn. PFDK'ê li gor van îdîayan bi giştî 46 hezar TL pere û cezaya hefteyek lîstina bêtemaşevanan li tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê birî.
Her wiha roja 24'ê mehê jî li Amedê di navbera Yeni Diyarbakirspor û Dardanelsporê de maç hate lîstin. PFDK'ê ji ber helwesta temaşevanan 2 hezar TL; ji ber "tezahuratên xirab" jî 1500 TL û maçeke lîstina bê temaşevanan, her wiha ji ber "tevgera ne li gor sportmenî" 1200 TL ceza li tîmê birî.
*Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di kongreya xwe de navê xwe "Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir" guhart û kir Amed Spor. Lê hê federasyonê ev nav erê nekiriye.
*Ji bo nûçeya eleqedar: