TARIQ HEMO
Hêzên Kurdistanî di nava çend rojan de herêma Şingalê ya başûrê Kurdistanê rizgar kirin. Di oprasyona rizgarkirina Şingalê de bi sedan çete hatin kuştin, birîndarkirin û hêsîrkirin. Li gorî agahiyan hêzên DAIŞê xwe ji derdora bajêr û herêma Şingalê vedikşînin û berê xwe didin bajarê Reqa yê Sûriye.
Ji 3'yê Tebaxa îsal û vir ve Şingal ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû dagirkirin.
Fermana 74 an bi serê Êzîdiyan hatibû. Komkujî pêkhatibûn. Bi hezaran kuştî hebûn û bi hezaran jî jin hatibûn hêsîrkirin û li ser destê çeteyan li sûkên Reqa, Dêr El Zor û Helebê hatibûn firotin. Hêzên Pêşmergeyan ji nişka ve vekişiyabûn û meydan bi hêsanî ji çeteyan re hîştibûn. Eger ne ji mudaxeleya YPG bûya, dê ev ferman bi kuştina bi sedhezaran Êzîdî bi dawî bibûya.
YPG korîdor vekir û bi qasî 120 hezar mirov ji mirinê xelas kir. Oprasyona azadkirina Şingalê bi alîkariya belafirên şer yên Hevpeymana Navnetewî li dijî DAIŞê û hêzên pêşmerge, YPG, HPG û YBŞ hate lidarxistin. Azadkirina Şingalê mizîginyek gelekî xweş bû. Ji bo Êzîdiyan tenê Şingal wek pêşeroj maye. Wekî din li tavahiya Kurdistanê gund û herêmên Êzîdiyan vala bûne û kesek têde nemaye.
Ji ber hindê divê ji bo parastina Şingalê li ser asta Kurdistanî stratîjiyek mezin were danîn. Mirov dikare li vir çend xalên girîng diyar bike, ku ew di pêşrojê dikarin bibin hîmên siyasetek hevbeş ya tevahiya Kurdistanê li himberî vê herema ku dikare hebûna Êzîdiyan biparêze:
1-Divê kongreyekî kurdistanî ji bo danîna stratîjiyek hevbeş derbarê Şingalê de bête lidarxsitin. Di vî kongreyî de forma jinûveavakirin, rêveberî û parastina Şingalê were danîn.
2-Divê statûya Şingalê bi hikûmeta Bexdayê re were nîqaşkirin û li ser formek rêvebirî û xweparastinê ve bête lihevkirin.
3-Divê hêzên eskerî yên Êzîdiyan, ku ji bi dehan komên eşîr û malbatan pêk tên, li Şingalê bibin yek. Ev jî bi lihevkirina hêzên kurdistanî dikare were rojevê. Li jêr çavdêriya hêzên kurdistanî ev hêza parastinê ya Şingalê karibe xwe bigre û li ser piyan bisekine.
4-Divê şêweyê têkiliyan bi derdorên ereb, bi taybet yên tevî DAIŞê bûbûn û di fermana Êzdiyan de beşdar bûne, were diyar kirin û hesab ji van kesên cinayetkar bête xwestin.
5-Divê ew 1200 malbatên li çiyayê Şingalê neyên derxistin, lê bibin bingeha paşvevegera hemû şingaliyên di kampên penaberan yên başûr, rojava û bakur de ne.
6-Divê ji bo avakirina gund û bajarokên Şingalê û bicihkirina welatiyan, projeyekî mezin were danîn û alîkarî ji hêzên navnetewî were xwestin.
7-Li ser asta Êzîdiyan jî, divê komele û rêxistinên wan li Ewropa û Kurdistanê ji bo projeya veger û avakirinê têkevin nava liv û tevgerê.
Şingal mijarek gelekî hesase û divê bi riya lihevkirinek kurdistanî û lihevkirinek êzîdiyan, hemû aliyên wê yên siyasî, eskerî û aborî werin çarserkirin. Şingal herêmek li derveyî desthilatdariya hikûmeta başûr e û derdora wê erebên sunû yên hevkarên DAIŞ in. Her weha piraniya xelkên wê niha penaberin û ji bo derbiderkirin û rêlibergirtina vegera wan ya Şinaglê gelek lîstik hene. Her weha di nava Êzîdiyan bi xwe de jî gelek nakokî û cûdahî hene.
Bi riya danîna projeyek kurdistanî ya hevbeş hemû gelê Şingalê dikare bi hêviya pêşerojek xweş vegere. Şingal wek herêm jî dikare xweseriya xwe ilan bike û hêzên xwe yê parastinê hebe. Bi gotinek din divê baweriya milet bi parastin, jinûveavakirin û pêşveçûnê hebe. Divê bawerî hebe ku carek din bi hêsanî dê ferman bi serê xelkê neyê. Ji ber van sedeman, ji azadkirinê zêdetir, hêvî û bawerî girîngtir e...
tariqhamo@googlemail.com
22.12.2014, Yeni Ozgur Polîtîka