MEHMET BAKIR
Edîtorên malpera Netkurdê Kek Mûrat Ciwan û Şefik Oncu ev pirs ji bo we ye, ger kesek rabe ji bo we bibêje: “Bila Murad Ciwan û Şefik Oncu bimirin em gelê kurd ji wan rizgar bibin hûnê qebûl bikin?”
Em pirseke wisa jî bikin: Kesek rabe der heqê we de wisa bibêje û malperek rabe vê yekê biweşîne dê çiqas etîk be, dê çiqas karekî însanî be?
Yên ku mirina kesan dixwazin kî ne? Yên ku mirina kurdekî dixwazin kî ne?
Ger edîtorên weşanekê rabin gotina ‘xwestina mirina kurdekî’ biweşînin gelo nayê wê wateyê ku ew edîtor jî dixwazin ew kes bimire?
Ez hinek din zelal bibêjim: Di malpera Netkurdê, di bin nûçeyan de her şîroveyên êrîşkar, ên heqaretkirî yên li hemberî Tevgera Azadî ya Bakur têne weşandin. Dema mirov wan şîroveyan dixwîne mirov mat dibe.
Heta niha wekî kurdek ez bi xwe gelek ji van şîroveyan aciz bûme lê dema wê rojê min ev şîrove dît ku dibêje “Wê Apo kengî bimire em gelê kurd jê xilas bibin” (1) ez zêdetir aciz bûm.
Na, derdê min ne ew e ku ez Apo biparêzim; derdekî min a wisa nîn e, ji xwe ez bawerim pêdiviya wî jî bi parastina min nîn e.
Lê, wekî însanekî ev yek min aciz kir.
Kek Mûrad Ciwan û Şefîk Oncu gere hûn jî bizanibin ku ev yek ne li gorî rêz û rêçikên rojnamegeriyêye jî.
Hûn ji kîjan siyasetê dibin bibin, hûn ji kê hez dikin bikin, lê mafê we, mafê kesî nîn e ku tiştekî wisa binivîse, mafê kesî nîn e ku mirina kesekî bixwaze.
Em li mînakên li derveyî xwe binêrin: Her kesê/a ku bi tirkî dizanin, haya wan jê heye ku di bin nûçeyên malperên tirkan de şîroveyên ku êrîş û heqaretê li kurdan dikin hene. Lê ew êrîşê li mirovên xwe, li serokên partiyên xwe nakin.
Mînak, nûçeyeke li ser serokê partiyekê be, endamê partiyeke din der barê wê nûçeyê de şîroveyeke di bin nûçeyê de binivîse jî nikare bibêje, “Dê ev kes kengî bimire ku gelê tirk jê rizgar bibe.”
Wekî vê mînaka kurdî, ez baş dizanim ger şîroveyeke wisa ji bo serokê tirkan yekî bê nivîsandin edîtorên wan malperan naweşînin, ji ber ku (li gorî dilê me be yan nebe) li Tirkiyeyê hiqûqek heye û kesek tiştekî wisa binivîse rasterast cihê wî/ê dadgeh e. Lê di nav kurdan de?
Binêrin, nûçeya bi sernavê “Teqîna Gungorenê provakasyona pevçûnê ye” di 9.08.2008’an de di Netkurdê de hatiye nivîsandin. Nûçe ji Azadiya Welat hatiye girtin. Û şîroveya ku bûye sedem ez vê nivîsê binivîsim jî di 10’ê gelawêjê de hatiye nivîsandin û hatiye weşandin.
Û ev pirs derdikevin holê:
Berpirsê redaksiyona Netkurdê Mûrad Ciwan û Cîgirê Berpirsiyarê Redaksiyonê Şefîq Oncu gelo ev şîroveya ku em qal dikin bi ya we tiştekî însanî ye?
Ger ne tiştekî însanî be we çima weşand? Gelo hûn jî dixwazin Apo bimire?
Gelo dema we ev şîrove weşand we fedî nekir? Bi ya we mirov xwedî çi hestan e ku dixwaze kesek bimire?
Siyaseta we çi dibe bila bibe, gelo kî wî mafî dide we ku hûn dixwazin kesek bimire? Di şîroveyê de dibêje, “Em gelê kurd”, kek Ciwan û kek Oncu we çawa biryar da ku ew kes dikare li ser navê gelê kurd şîroveyeke wisa bike, daxwazeke wisa bike?
Gelo bi ya we jî ev şîrove ne tiştekî şaş e? Ger ev şîrove şaş be, gelo piştî weşandina şîroveyeke wisa hûn pêdivî pê dibînin ku lêborîneke ji xwendevanên kurd bixwazin?
Û pirsin ji nivîskarên Netkurdê: Ger hûn nivîskarê malpereke ku dixwaze însanên kurd bêne kuştin hûn di vî warî de çi difikirin?
Malpereke bixwaze mirov bimirin û mirov jî qunciknivîskarê vê malperê be hesteke çawa ye?
1- Nûçe di 9.08.2008’an de hatiye weşandin, şirove jî di 10.08.2008’an de hatiye wişandin. ( http://netkurd.net/nuce_bixwine.asp?id=12985 )
***
Ji rojnameya Azadiya Welat hatiye girtin (05.09.2008)