logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

'Ristika Morîkan' a Fatma Savci derket

Nivîskar Fatma Savci pirtûkeke din pêşkêşî cîhana wêjeyî ya kurdî kir lê vê carê pirtûka çîrokan: "Ristika Morîkan"

  • Dîrok: 24/10/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Nivîskar Fatma Savci pirtûkeke din pêşkêşî cîhana wêjeyî ya kurdî kir lê vê carê pirtûka çîrokan: "Ristika Morîkan"

Nivîskar Fatma Savci di nav jinên kurd ên nivîskar de yek ji wan ên afirîner e. Savci di 6 salên dawî de 4 pirtûk derxistibû û niha ya pêncan li van zêde kir. Heta niha pirtûkên Savci bi nave "Gulên Qasid" (helbest, 2006), “Xewnên Zîvîn” (helbest - ceribandin, 2007), “Bîra Birînê” (helbest, 2010) û "Şewq û Payîz" (ceribandin, 2011) ji Weşanên Avestayê derketibûn vê care pirtûka wê ya çîrokan bi navê "Ristika Morîkan" derket.

Ji çîroka “Mûm û Fîstan”
- Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye. Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan. Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî...
...
Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê. Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê. Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...
Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê...
Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?

Fatma Savci kî ye?
Nivîskar Fatma Savci di sala 1974’an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ve ye ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwendiye. Ew di sala 1992’yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hatiyee girtin û di dawiya sala 2003’yan de ji zindanê derketiye.
Savci li girtîgehê dest bi nivîs û helbestan kiriye, ew ji rojname û kovarên kurdî re şandiye. Heta niha 4 pirtûkên wê, tevî “Ristika Morîkan” a nû derketî jî 5 pirtûkên wê hatine weşandin.  Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û pêre jî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Ristika Morîkan / Fatma Savci / Çîrok / 96 rûpel

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 



***

Ji nav nûçeyan hilbijêrek:

- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne

- 'Derdê me ew e em telîfa pirtûkên kurdî bifroşin biyaniyan'

- Seydayê Cegerxwîn tê bibîranîn

- Îstatîstîkên li ser cixarekişandinê

- Kurt Tarihi 'Ji Binxetê Heta Rojava' girtiye dest

 

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstikên Şanoya Bajêr ên vê mehê diyar bûn

ad

Robert Francis Prevost, cara pêşî ye papayekî amerîkî tê hilbijartin

ad

Notên ji nav jiyanê 'Li bin siya welatekî' derket

ad

DBP: Her 3 jinên siyasetmedar bi îşkenceyê înfaz kirin

ad

KCD'ê biryara 'Xweseriya Demokratîk' girt

ad

Li Erxeniyê mozaîkên dema Roma û Bîzansê hate dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname