NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî ku endamê Konseya Netewî ya Sûriyeyê ya ji aliyê muxalîfan ve hatiye damezrandin Meşal Temo di encam sûîqastekê de jiyana xwe ji dest da, nerazîbûnên tund ji Washington û Parîsê hatin. Her du welatan xwestin ku Beşar el Esad ji ser desthilatiyê were avêtin.
Wezareta Karên Derve ya Franseyê bi daxuyaniyekê sûîqestê şermezar kir ku ew li hemberî kuştina Meşel Temo matmayî bûne.
Franseyê sersaxî ji malbata Temo re xwest û peyama ku ew ê piştgirî bidin gelê Sûriyeyê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev bûyerên wiha tundraw nîşan dide ku rejîma Beşar Esad li hemberî bangên navnetewî kerr e.Wê Franse li pişt hemû gelê Sûriyeyê yê ku ji bo azadiyê têdikoşe cih bigire.”
Nerazîbûnek bi heman awayî ji Qesra Spî hat. Rêveberiya Washingtonê jî ji ber êrîşê desthilatiya rejîma Beşar el Esad bi tundî şermezar kir û banga “a niha dest ji desthilatiyê berde” li Esad kir.
Berdevkê Serokê DYE’yê Jay Carney bal kişand ser êrîşên ku di roja înê de pêk hat û diyar kir ku rejîma Esad hewl dide hemû hewldanên ji bo aşitiyê bê deng bike.
Her wiha cara yekemîn Rusyayê jî banga çûyîna Esad kir. Serokê Rusyayê Dîmîtrî Medvedev got; “Ji bo rêveberên Sûriyeyê reforman bikin, em awayeke berfireh dixebitin. Ger nikarin van reforman di meriyetê de pêk bînin, bila biçin.”
Roja 7'ê mehê hin kesan bi êrîşeke çekdarî êrîşê Meşal Temo kiribû û di êrîşê de ew hatibû kuştin, kurê wî Marsel Temo û parêzer Zahîde Reşo birîndar bûbûn
ANF
Wêne ji malpera Xoybûn hatiye girtin