Diyarname
Li bajarên kurdan dengdayîn bi dawî bû. Îro çi qewimî? Vane hin notên ji bajarên kurdan:
- SÛR
Di dengdayîna referandûmê de li navçeya Sûra Amedê sedî 75 boykot derket. Şaredarê Sûrê Demirtaş got: "Ji serê sibê de ez li dibistanan digerim, li Sûrê asta boykotê sedî 75 e".
- CULEMÊRG:
Li gundê Ewliya ya girêdayî Şemzînanê cerdevanan gotiye ku ewê li ser navê hemû gundiyan rê bidin. Berpirsê sindoqê yê BDP'ê îtîraz kiriye û cerdevanan ew tehdîd kiriye.
Serokê BDP'ê yê Şemzînanê Reşit Erbaş got ku emê heyetek bişînin gund û li ser mijarê jî serîlêdana sûcê bikin.
- NISÊBÎN:
Li Nisêbîna Mêrdînê ji ber ku di sindoqê de hîle dihat kirin komek ciwan li taxa Firatê, li ber Lîseya Ataturk kom bûn û barîkat saz kirin. Polîsan êrîşê wan kir û 7 kes girt bin çavan.
Li aliyê din polîsan kesên ku nexwestin dengê xwe bikar bînin jî tehdîd kir û ji wan 10 kes girt bin çavan.
- AMARA:
Li gundê Amara ku Ocalan lê hatiye dinê sindoqa bi nimreya 1066'a hate danîn. Li gor nûçeya Zamanê ji 359 hilbijêrî tenê 23 kesî deng bikar anî.
- SUSUZ
Li gundê Susuz a Tekmana Erzeromê gundiyan qet deng neda. Gundiyan got ku ji ber ku dewlet xizmetê ji bo gund nake, ava wan nîn e gotin: "Av tune be dengdayîn jî tune ye" û neçûn cem sindoqên û dengên xwe nedanb.
Susuza ku 146 kîlometre dûrî bajêr e têde 32 mal hene û serjimariya wir 340 e. Di gund de 117 hilbijêr hene û wan dengê xwe neda.
Di sindoqa ku bi nimreya 1064 li gundê Susuz hate danîn de ji bilî serokê sindoqê û endamê eslî kesî dengê xwe neda. Gundiyan got: Heta av neyê gund ewê hilbijartinan protesto bikin.
- DÊRSIM
Li Dêrsimê ji ber ku deng nehatin dayîn qereqolê bang li moxtaran kir ku werin qereqolê dengê xwe bikar bînin.
Qereqola Çîçeklî ya Jendirmeyan bang li moxtaran kir, got bikaranîna rê mecbûrî ye û li ser vê yekê moxtaran dengê xwe bikar anîne lê ne deng dane erê ne jî nayê û deng nehatine hesibandin.
- PÎRAN
Li gundê Bûkanî ya Pîranê 300 hilbijêr hebûn. Kesî deng neda. Sindoq çawa çû gund, wisa vegeriya.
- Li Gundê BAYDEMÎR boykot derket
Li gundê Şêxkenkê ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li wir hatiye dinê boykot bi ser ket. Li gund 900 hilbijêr hene, ji wan tenê 20 kes çûn ser sindoqê û deng bikar anî. Sedî 98.2 boykot derket.
- CUDÎ sindoq vala şand
Li taxa Cûdî ya Cizîrê 1412 hilbijêr hebûn. 1400 kesî deng neda. Ji sindoqê tenê 12 dengê hatine bikar anîn derketin.