Zeynelabidin Zinar
Bi navê Xwedayê dilovan, dev bi axaftina xwe dikim.
Bixêrhatineke germ didim beşdarên Kongreya WALTICê.
Ev Kongreya WALTICê ya duyemîn, ji ber du tiştan pir girîng e.
a) Ji ber ku di meha Remezana pîroz de ye.
b) Ji ber ku li welatekî misilman hatiye lidarxistin.
Hêvîdar im ku ev bibe wesîle ji bo aştiya dinyayê û ji bo aramiya zimanê kurdî.
Çawa ku tê zanîn, Kongreya WALTIC a pêşî, di 2008an de li Stockholma paytexta Swêdê hatibû lidarxistin.
Babeta axaftina min, ”Dewlemedndiya Folklora Kurdî” ye.
Bêguman folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye. Eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî teweyî jî dewlemend e. Eger çand lawaz be, folklor jî lawaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.
Ez wekî xebatkarekî kultur, 12 sal lêkolîna min li ser Folklora Kurdî çêbûye û min 1.710 berhemên folklorî berhev kirine. Ev berhem tev di 10 cildan de bi navê XWENÇE, di navbera salên 1989-1997'an de li Stockholmê hatine weşandin.
Her wiha xebata min a nivîsandina bi zimanê kurdî, di salên 1962-63'yan de dest pêkiriye. Lê ji ber ku zimê kurdî bi dêrêjahiya 84-85 salan li Tirkiyeyê qedexe bûye, min jî bi alfabeya erebî dinivîsand. Îcar ji 1986'an hetanî 2009an, li ser hev, 86 kitêbên min ên cuda cuda, piraniya wan li Swêd û Almanyayê bi alfabeya latînî hatine weşandin.
FOLKLOR ÇI YE?
Çawa ku tê zanîn, ji xelkê re folk tê gotin, peyvika lor jî bi wateya zanîn/zanist e. Îcar dema ev her du peyvik digîjin hev, wateya zanistiya gel didin. Lê belê folklor bi wateya xwe ya ferhengî, pir fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin.
Peyvika folklor cara pêşî li Londrayê di sala 1846'an de, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve hatiye gotin û di kovara Athenaeumê de hatiye weşandin. Piştre jî almaniyan ev peyva folklorê bi kar anîne. Hin bi hin ev peyv li dinyayê belav bûye û ketiye nava zimanê kurdî jî.
DEWLEMENDIYA FOLKLOREKÊ ÇEWA TÊ NASÎN?
Di çandekê de, dema çîrok, çîrvanok, çîrokên rawilan, stiran, meselok, pêkenok, serpêhatî, heyranok, payîzok, şîret û nesîhet, Gotinên Pêşiyan, biwêj, leyztik, dîroka devkî, destan, henek û laqirdî, tiştên toreyî u hwd pir hebin, folklora wê çandê jî dewlemend e.
Di lêkolîna min de derket holê ku ev tişt hemû di Folklora kurdî de hene.
Di meselok û çîrokên Folklora Kurdî de, gelek babetên cuda yên zanistiyê jî hene. Xasma jî ew bi piranî di çîrokên rawilan (Fabil) de têne dîtin. Hin ji wan babetên ku min ew tesbît kirine, ev in:
Uslûba axaftina rast û durust.
Ilmê Xweşbêjîyê (waz û nesîhet).
Babeta ragîhandin.
Babeta zagonî.
Babeta hiqûqa dabeşkirinê (parvekirin).
Babeta tore, urf û adet.
Babeta feleknasiyê.
Babeta Tendurustiyê.
Şaxên Hesabê (matematik).
Babeta Felsefê.
Babeta Siyasetê.
Awayê ku mirov û xweza jiyanê didin hevûdu.
Awayê ku xweza hertim dizê û xwe nû dike û xwe diguherîne.
Awayê ku xweza mezintir dibe û çêtir dibe.
Awayê ku xweza xwe dide naskirin.
Awayê ku dema xweza bi pêş ve here, mirov jî bi pêş ve diçin.
Awayê evîna xwezayê ku dikeve dilê mirovan.
Awayê ku xweza zanîn dide mirovan.
Awayê bêjeyên cihêawe û hevoksazîyê.
Awayê pirbûna meselok û serpêhatîyên dema bihurî.
Awayê tevdîra ji bo xweparastinê.
Awayê ragitin û lihevrastikirina malbatî.
Awayê hebûna serok, berpirsyar û rispîyan.
Awayê herêmên taybet ji bo rawilan.
Awayê dîtina riyên çareseriyê.
Piştî şer, lêkdan û kuştinê, lêgerîna ji bo aştiyê.
Awayên cuda yên eynî çîrokê, di zaravayên kurdî yên din de.
Awayên mûzêk û dengbêjiyê.
Awayê ji yekê zêdetir şaxên çîrokekên folklorî.
Awayê û tewr û terzên jiyana neteweyî.
Awayê perwerdekirina mirovan, xasma jî ya zarûkan.
Awayê astengiya li pêşberê dek û dolabên sextekaran.
Astengiya li pêşber dek, dolab, xapandin û şilqatîyan.
Çîrokeke folklorî, bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de 7 şaxên vê çîrokê hene. Min di lêkolîna xwe de çar şaxên vê çîrokê bi dest xistine. Lê hêj sê şaxên dî mane ku heta niha jî min salixê wan hilnedaye.
Çîroka bi navê Hevberdana Qijik û Kevokê pir balkêş e. Ji ber ku qijik û kevok ne ji cinsên hev in û bi hev re zewicîne, kultura wan li hev nabane û dixwazin hev berdin. Di nava vê çîrokê de, şeş-heft çîrokên cuda hene ku babeta her yekê cuda ye.
Di çîroka bi navê Abidê Şkeftê de, sê exterên (planet) ku jiyan li ser wan heye, têne dîtin. Herweha di vê çîroka felsefîk de, gelek kanên (maden) xwezayî hene û îşaret bi wan hatiye kirin.
Ji xwe di beşa Gotinên Pêşiyan de, dewlemendiyeke pir mezin heye, wek dersê rênasiyeke mezin nîşanê mirov didin.
Di berhemên Folklora Kurdî de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene, pir zehmet dibe ku aqilê mirov wan tiştan bipejirîne.
Di berhemên Folklora Kurdî demokratî, mirovatî, rêzgirtina li pêşberê hevûdu û biratîya kesan, bi awayekî vekirî û pir jî eşkere hatine pêşkêşkirin.
Wek mînak:
Ji bo rêzgirtin, di berhemên Folklora Kurdî de navê kesê mezin nayê gotin, ji bo zilaman: Mamo/apo, keko, xalo, pismam, heval, bira û hwd. Tê gotin. Ji bo kesên piçûk: Birazî, xwarzê tê gotin.
Ji bo jinên mezin Metê, xatî/xaltî, heko tê gotin. Ji bo yên piçûk: Xwarza, biraza tê gotin.
Ji bo kesên hevjiyên hev jî: Heval, bira û hevrî tê gotin.
Di berhemên Folklora Kurdî de, ji pronavê yekane re pronavê pirane nayê gotin. Çewa ku di zimanê tirkî de, ji yekî re di şûna ku bêje sen, dibêje siz, ev hawe di kurdî de tune. Eger bang li Xwedê jî bê kirin, jê re pronavê yekane tê gotin.
Di berhemên Folklora Kurdî de daçek û tewange pir hene.
ji yekê zêdetir hevwateyên peyv û bêjeyan hene,
hevoksazî bi du-sê awayên cuda têne gotin,
Ji yekê zêdetir şaxên çîrokên folklorî hene.
Texlît û awayên cuda di meselok û pêkenok û leqemokên folklorî hene.
Axaftina min giha dawiyê.
Spas ji bo ku we zemanê xwe bi guhdarûkirina li min bihurandiye.
Zeynelabidin Zinar
Pencinar.z@gmail.com
www.pencinar.se
*Ev gotar di Kongreya WALTIC 2010 ya ku di 2'yê vê mehê li Zanîngeha Bîlgiya Stenbolê li dar ket de hatiye pêşkêşkirin.
**
Nivîsên eleqedar:
- Girîngiya Wergêrê û Edebiyata Klasîk a Kurdî*
- Di Kongreya WALTIC'ê de nivîskarên kurd axivîn
- Di Kongreya Walticê de nivîskarên kurd