logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Pêşbaziya ji bo metnên şanoyê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşbaziya nivîsandina testên şanoyê da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 28.01.2011'

  • Dîrok: 09/06/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşbaziya nivîsandina testên şanoyê da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 28.01.2011'an metnên xwe bişînin ber destê komîteya amadekar.

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞŞBM) ji bo nivîskariya lîstikên şonayê pêş bixe, nivîskarên nû teşwîqî nivîsandina testan bike û lîstikên nû li wêjeyê zêde bike û nivîskariya kurdî ya tekstên şanoyê pêş bixe dest bi pêşbaziyeke nivîsandina tekstên şanoyê kir. Evdirrehman Rehmîyê Hekarî di sala 1918'an de teksta şanoyê bi navê "Memê Alan" nivîsandibû û ev tekst wekî yekemîn teksta şanoya kurdî tê hesibandin. Pêşbazî diyarî bîranîna Evdirrehman Rehmiyê Hekarî hatiye kirin.

Ji bo eşkerekirina pêşbaziyê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyaniyeke hate dayîn. Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariyê Muharrem Cebe, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, Serokê Komeleya Nivîskarên Amedê Îrfan Babaoglu, Berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Feratê Dengizî, Derhênerê Hunerê yê Giştî yê ŞŞBM'ê Ruknettin Gun, Midûreya ŞŞBM Gulê Ozalp Ulusoy û nivîskar û lîstikvanên kurd beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariyê  Cebe pêşbaziya ku bi kurdî û tirkî daye dest pê kirin ragihand.
Cebe da zanîn ku îsal ji aliyê ŞŞBM ve gelek baş derbas bûye, "Çîroka Zivistanê" ku Haldur Dormen bi re ve bir 26 hefteyan salon tije lê hate temaşekirin û wiha domand: "Bi vê lîstikê li Amedê gelek kesên ku berê neçûne şanoyê me ew bi şanoyê re anîn ba hev. Digel vê lîstika zarokan 'Çiya Gihîşt Behrê' jî geleke eleqe dît. Yekem car lîstikek zarokan bi kurdî hate pêşkêşkêş kirin. Hema bibêje 6 mehan salon tije hate lîstin û li gelek cihan jî derket tûrniyê."

Cebe diyar kir ku ji bo ev pêş bikeve wan pêşbaziya nivîsandina tekstê daye dest pê kirin, ev cara yekemîn e tişteke wisa dibê û wisa go: "Bi alîkariya saziyên kurdî û nivîskarên ku bi kurdî dinivîsîn em dixwazin vê pêvajoyê bidin dest pê kirin. Em wekî ŞŞBM em teşwîqê dikin."
Her wiha Muharrem Cebe got ku ewê her sal pêşbaziyê li dar bixin.

Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin dikarin teksteke nû binivîsîn yan jî roman, çîrok û bîranînan li teksta şanoyê bînin. Teskt divê herî hindik bê navber 50 hezar karatker be, lê di warê mijarê de sînor nîn e. Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 28'ê rêbendana 2011'an teksta xwe bişînin ber destê amadekaran. Teksta ku hatibe şandin divê berê li tu cihî nehatibe weşandin, li şanoyê nehatibe lîstin, di pêşbaziyan de xelat negirtibe be. Her wiha her kes herî zêde bi sê metnan dikare beşdarî pêşbaziyê bibe.

Endamên juriyê Pervin Okur, Ruknettin Gun, Lal Laleş, Mem Mîrxan û Kawa Nemir in. Di pêşbaziyê de metna ku bibe yekemîn wê 3 hezar, ya duyemîn 2 hezar û ya sêyemîn jî hezar lîra wekî telîfê bigire. Her sê lîstik jî wê wekî pirtûk bêne weşandin. Hate gotin ku metna ku xelat bigire ger wekî lîstik bê listik careke din wê mafê telîfê neyê dayîn.

Encama pêşbaziyê wê Roja Şanoya Dinyayê, di 27'ê Adara 2011'an de bê eşkerekirin. Yên bixwazin beşdar bibin divê berhemên xwe bi xwe bibin, yan jî bi posteyê bişînin Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Ji ber derengmayîna duzimanî em lêborînê dixwazin'

ad

"Van Times" bi çar zimanan derket

ad

Dêrikî û Qumara bi Mêşan

ad

Berhemê Michelangelo bi 23 mîlyon Euroyî hat firotin

ad

Di maça Bale û Ronaldo de Ronaldo bi ser ket

ad

2024: Şanoya kurdî saleke çawa derbas kir?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname