ENQERE
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Ufuk Uras, têkildarî daxuyaniya rayedaran a derbarê mudaxeleya polîsan ya li dijî Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya wekî "Tiştekî girîng nîn e, tenê derizînek çêbûye" rêxne kir û wiha got: "Rayedarê ev tişt gotî bi rastî jî divê di serê wî de derîzîn hebe."
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Ufuk Uras, li ser navê Koma BDP'ê, li ser mijara 3'yemîn Xala Pêşnûmeya Kanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina di Zagona Derbarê Erk û Teşkîlata Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de axaftinek kir.
Uras ku bi şermezarkirina mudexaleya meşê û rayedarên BDP'î dest bi axaftina xwe kir wiha got: "Sevahîr anîne Enqereyê. Ji rayedaran kesekî got; 'Tiştekî girîng nîn e, tenê derizînek heye'. Rayedarê ev yek gotiye bi rastî jî divê di serê wî de derizînek hebe. Parlementerek rastî êrîşê tê û tendûristiya wê xera dibe, lê em rastî îfadeyek bi vî rengî tên."
Uras, destnîşan kir çi êrîş û neheqiyên li dijî wijdan, wekhevî û edaletê pêk tên divê ben şermezarkirin û wiha got: "Divê em li hemberî darvekirinê Îranê jî û li hemberî êrîşa li dijî keştiyên Gazzeyê jî bertek nişan bidin. Her wiha divê em li dijî êrîşên li hemberî gelê kurd, zarokên kurd û siyasetmadên kurd jî bertek nîşan bidin. Divê em li her derê li hemberî neheqî û binpêkirina mafan serî rakin û nerazîbûnê xwe nîşan bidin. Ev êrîşa li dijî gelê kurd û parlementerên me pêk tê şovenîzm e."
Uras, polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî perwerdeyê jî rexne kir û da zanîn ku Hikûmeta AKP'ê şaş nêzîkî polîtikaya perwerdehiyê dibe. Uras, da zanîn ku hikûmet çend meh e randevûya Egîtîm Senê bê bersiv dihêle û wiha axivî. "Mafê mamoste, xwendekaran tê binpêkirin. Mafê sendîkayan tê binpêkirin. Gotinek pêşiyên Kurdan heye. Dibê 'Aşê dîna vala digere'. Ya hikûmetê jî wisa ye."
**
Nûçeya li ser birîndariya parlementer Sevahîr Bayindir:
- Wê mebûsa BDP'ê Bayindirê emeliyet bikin


