logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Heta kengî di şanoyê de werger?

Her berhemek hunerî di xwe de şert û mercên dema xwe, nêrîn û rewşa civakî, pirsgirêk, bêrî, hezkirin û aciziyên civakê

  • Dîrok: 31/05/2010
  • Beş: NÎQAŞ


Ferhad Girêşêran

Her berhemek hunerî di xwe de şert û mercên dema xwe, nêrîn û rewşa civakî, pirsgirêk, bêrî, hezkirin û aciziyên civakê û hê gelek tiştên dema xwe dihundirîne. Loma jî li her deverek dinyayê li ser meseleyên cur bi cur lîstik têne nivîsandin û lîstin. Erê hema hema em dikarin bêjin neh-deh mijarên lîstikên têne nivîsandin û lîstin hene, belkî jî zêdetir be. Lê ya girîng paşxan(fon)a  lîstikan e. Di paşxana lîstikan de em dema lîstik lê hatiye nivîsandin dibînin. Erê dibe li ser dikê em çîroka du hezkiriyan dibînin lê li piştê em beşek ji jiyana wê civakê jî dibînin.

Tiştek bala temaşevan bikişîne tune be ewê çima temaşe bike?
Dema lîstikek tê nivîsandin û lîstin qodên civakê ji bo nivîskar û lîstikvanan pir girîng e. Di dawiya dawî de huner pêşkêşî civakê dibe. Heke tiştên derkevin ser dikê li qodên wê civakê nekin ewê tu qîmetê nebînin. Li vir mebesta min ne ew e ku nivîskar li gor dilê civaka xwe binivîse û lîstikvan jî li gor dilê civaka xwe bilîze. Li vir mebesta min ew e ku nivîskar hezkirinên, qehirandinên, dîtinên, bîr û baweriyên civaka xwe, bi kurtasî jiyana civaka xwe nas bike û dema dinivîse wan bide bar çav û binivîse. Ser meseleyê nêrîna min ya li hezkirinê min û ya yekî Spanyolî ji hev cuda ye, xwarinê ez jê hez dikim û yê yekî/a almanî ji hev cuda ye. Zimanê ez pê dipeyivim û yê yekî yewnanî ji hev cuda ye. Lewra ez nikarim tenê lîstikên jiyana civakên din pêşkêş dike derxim ser dikê. Heke wiha be ewê ne civaka min pêş bikeve û ne jî şanoya min pêş bikeve. Û dema ez nikaribim xitabî civaka xwe bikim ewê kes nexwaze li min temaşe jî bike. Heke tiştek ku bala temaşevan bikişîne tune be ewê temaşevan çima li lîstikekê temaşe bike?
Arîstotales dibêje şano teqlîd e. Bingeha şanoyê teqlîda civak û jiyana civakê ye.  Lê helbet şano tenê ji teqlîdê pêk nayê. Dema ku hunermend jiyanê teqlîd dike li gor dîtin û baweriyên  xwe peyaminan jî dide civakê. Carinan bi riya kenandinê civaka xwe ji şaşiyên wê haydar dike, carinan bi riya girînê şimaqan li nava çavên wê dixe û wê bi ser hişê wê tîne. Bi riya teqlîdkirina jiyana civakê di civakê de dixwaze guherîninan pêk bîne.

Te mirov vexwendibin şanoyê divê ku tu heqê wan bidî
Di roja îro de wext tiştê ji bo mirovan herî bi qedr û qîmet e. Ji ber ku mirov piraniya wextên xwe bi kar derbas dikin û wexta mayî jî di rê de û ji bo pêdiviyên jiyanê yên mecbûrî derbas dikin kêliyek jî ji bo mirovan pir bi qîmet e. Û ji hêleke din ve jî êdî teknolojî pir bi pêş ketiye, di her malê de televîzyonên LCD û kompîter hene. Mirov zû bi zû naxwazin derkevin derve. Heke te mirov vexwendibe şanoyê divê ku tu heqê wê bidî. Êdî mirov tenê ji bo ku zimanê lîstikê “kurmancî” ye ewê nexwazin temaşe bikin. Jê pêve ewê bixwazin wextek xweş bibuhirînin. Heke tu bi wan wextek xweş nedî bihurandin û wexta derketin nebêjin, “baş bû ez hatim” êdî tu nikanî carek din wan bînî hêwana şanoyê.
Di 1933’yan de Celadet Elî Bedirxan bi navê “Hevind” lîstikek li ser serhildaneke kurdan  nivîsandiye û  di hejmara 20’an ya Hawarê de weşandiye. “Ev şano ligel ku di kurdî de şanoya yekem e jî gava ku mirov wê di warê ‘deqên teatral’ de dinirxîne kêmasiyên xwe gelekî hindik in.”* Wexta ku em vê deqê dixwînin em rastî jiyana civaka kurdan ya wê demê tên. Û ev ji bo çanda kurdî dibe mîrateyeke bê hempa. Lê bi wergera deqên ji zimanên din emê çawa mîrateyeke çandî ava bikin?
Tirkan piştî avakirina komarê ji bo çanda xwe xurt bikin hema hema çi bi ber destê wan ketiye wergerandine tirkî. Û ev karê wergerandinê ji aliyê wezaretan ve hatiye kirin. Weşanxaneya Wezareta Perwerdehiyê hemû trajediyên grekan û deqên şanoyê yên cîhanê ên sereke wergerandine tirkî û weşandine. Lê di ber vî karî de jî nivîskarên xwe jî gihandine. Ji ber ku ji bo em qala şanoya miletekî bikin divê ku deqên bi wî zimanî hatibin nivîsandin hebin. Helbet divê ku em jî lîstikan wergerînin zimanê xwe û ji wan sûdê werbigirin lê di ber vî karî de jî divê em deqên bi zimanê xwe binivîsin. Yan na emê nekaribin qala şanoya kurdî bikin.

Em ji bo karê bi qelîte serê xwe biêşînin
Bi piranî berhemên şanoyê nayêne çapkirin û yên tên çapkirin jî ji xeynî şanogeran zêde bala kesî nakşînin. Deqên şanoyê ji bo dikê têne nivîsandin û nivîskariya şanoyê ji nivîskariya edebiyatê gelek cudatir e. Lewra zêde kes xwe li nivîsandina deqên şanoyê nagrin. Koma şanoyê Destar Teatre lîstika xwe ya Reşê Şevê li ser dikê nivîsandiye. Ev ji bo komên din jî dikane bibe mînakek. Heke deq di dest de tune be û xwesteka amadekirina lîstikan hebe, komên şanoyê dikanin li ser dikê jî lîstikên xwe binivîsînin. Lê ewil divê ku koma şanoyê zanibe çi dixwaze. Ewê ji bo kî bilîze? Ji bo çi dilîzin? Derdê wan çi ye? Dixwazin çi bêjin? Di civaka wan de tiştê ne li rê çi ye? Çi ye ku wan aciz dike û ber bi dikê ve dahf dide? Dema ku dest bi bersivandina van pirsan kirin ji xwe ewê deqên wan xwe bi xwe derkeve. Lê ez dibêm di vir de em hebek li rehetiyê digerin. Em bala xwe didinê heta niha çi lîstik derketine, em xwedî çend lîstikvanin û hwd. Pişt re jî em dest bi wergera lîstikê dikin (heke lîstik ji xeynî tirkî bi zimanek din hatibe nivîsandin jî bi piranî em ji tirkiya wê werdigerînin). Divê ku em êdî dev ji rehetiyê berdin û ji bo karên bi qalîte hebek serê xwe biêşînin.
Weke encam jî ez dikarim bêjim, di nêziktirîn demê de divê ku şanoger di nav xwe de komên xebatê yên nivîsandina deqên şanoyê amade bikin û li ser vî karî bixebitin. Û ji nivîskarên me jî hêviya min ew e ku hebek jî bala xwe bidin şanoyê. Ji ber ku nivîsandina deqên şanoyê ne karê şanogeran tenê ye. Divê ku em ji bîr nekin Lorca, Shakespeare û Mungan hem helbestvan in û hem jî nivîskarên şanoyê ne. Û gotina dawî jî; Ez hem dixwazim li Promethûsê Zincîrkirî, Antîgone, Bakkhayan, Romeo û Jûliyet, Li hêviya Godot, Daweta Bixwîn û hem jî li lîstikên bi kurdî hatine nivîsandin temaşe bikim.


*Rênas Jiyan: http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1578&yazar=49

gireseran@gmail.com

***

Nivîsên Ferhad Girêşêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Reşê Şevê û Destar Teatre
- Panaz*
- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

 

Parve Bike

Youtube Me
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BDP nav diguherîne, li benda pêşniyaran e

ad

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

ad

'Perwerdehiyeke pirzimanî mimkûn e'

ad

2019: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin

ad

Seydayê Tîrêj bi şevbihêrkek hat bibîranîn

ad

Bahoz li NÇM'ya Îzmîre ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname