Diyarname
Li Dêrsimê jimartina hemû sindoqan temam bû û DTP bi sedî 30'î bi ser ket.
Li Dêrsimê berendama DTP'ê Edîbe Şahîn bû. Bi giştî di 61 bindoqan de 17 hezar û 415 kesî dengên xwe dan. Ji van 13 hezar û 881 deng hatin qebûlkirin. Ji van Edîbe Şahin 4 hezar û 035 deng girtin, berendamên serbixwe 3 hezar û 291 û AKP'ê jî 2 hezar û 909 heb deng girt.
Li gor vê encamê DTP'ê li Dêrsimê careke din şaredarî bi dest xist.