Diyarname
Li Serhedê hin navçeyên ku ne di destê DTP'ê de bûn, vê carê ketin destê DTP'ê. Vane navçeyên Serhedê yên DTP'ê:
Li Mûşê, li navçeyên Bûlanix, Mazgîrt û Gimgimê DTP'ê şaredarî bi dest xist.
Li Wanê, li nvçeyên Başqale û Qerqelî bi ser ket.
Li Qersê, li navçeya Qaxizmanê DTP li pêş e û wisa diyar e ku dê DTP bigire. Dîgora Qersê jî di destê DTP'ê de ye.
Li Bedlîsê, li Tetwanê DTP bi sedî 36'an bi ser ket.
Li Agiriyê, li navçeya Patnosê hilbijartin bi dawî bû û li gor encama dawî DTP'ê bi sedî 30 şaredarî bi dest xist. DP bi sedî 25 bû duyem û AKP bi sedî 23'ê bû partiya sêyem.
Her wiha li Diyadîna Agiriyê jî DTP bi sedî 33 bi ser ket.