Diyarname
Navê fîlmê Behmen Qubadi "Kûsî jî dikarin bifirin". Dema kûsî bikaribin bifirin dikarin herin restorantê jî.
Li başûrê Îtalyayê li qeraxeke herêma Calabria 60 kûsiyên behrê yên nû hatin dinê, lê van kûsiya rêya xwe şaş kir, ji dêvla ku herin behrê berê xwe dan restorantekê.
WWF (Fona Xwezayê ya Cîhanê) ku li ser kûsiyên behrê projeyeke amade kiribû daxuyand ku çêlikên kûsiyên li ber awirên şaşbûyî yên mişteriyên restorantê hema xwe bera bin maseyan dan.
Heta ku rayedar hatin mişteriyan bi têra xwe li têkoşîna kûsiyên ku dixwestin herin behrê ku nîn e temaşe kirin.
Rayedarên WWF'ê gotin ku ronahiyên restorantê kûsî şaşwaz kirine, lê di dawiyê de wan kiriye ku çêlikên kûsiyan bi awayekî bi ewle bigihên behrê.
Û niha wan kûsiyan di nava restoranta behrê de cihê xwe girtin.


