Diyarname
Teşebûsa Jiyandina Heskîfê vê carê jî dê li Şirnexê ji bo Heskîfê çalakiyeke li dar bixe.
Teşebûsa Jiyandina Heskîfê ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne ev mehekê ye li cihên cur bi cur çalakiyan li dar dixe. Teşebus vê carê li Şirnexê dê çalakiyeke li dar bixe.
Çalakiya li Şirnexê dê 18'ê mehê li Qada Cumhuriyetê bi beşdariya koma şanoyê ya Arsen Poladov a Navenda Çanda Bihare, hunermend Bulent Turan, Zelal û Koma Yekta li dar bikeve.


