Bedirxan Mukriyanî
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Başûrê kar û barên xwe digerîne, albûma Eyşe Şanê derxist ku di sedeya bîstan da bûye yek ji pêşengên stranbêjên jin ên kurd û deng daye.
Ev berhema ku bi serperiştiya şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Dihokê, bi hevkariya Zeyneb Yaş û Hilmî Akyol hate pê, ji 12 Cdyan û 150 lawik û stranên kurdî-tirkî û kurtejiyanameya wê pêk tê.
Her wiha di çarçoveya vê projeyê da di pêş da dê pirtûkeke taybet bi Eyşe Şanê bê belavkirin ku piraniya stranên wê, notayên 36 stranan û jiyanameya wê bi xwe ve digire.
Li aliyê din enstîtu aniha karê albûma hunermendên bi nav û deng Mihemedî Mamlê û Hesen Cizîrî dike ku dê di demeke nêzîk da bigihîne ber destê dilxwazên muzîka folklorîk ya kurdî.
Bo têkilîdanînê:
Email: khidihok@yahoo.com / khi_2003@hotmail.com
www.khi03.comMalper:


