Diyarname
Maçên turnuvaya Kûpayê Cîhanê 2026'an 11'ê mehê bi maça Meksika û Afrîkaya Başûr dest pê dike. Maça fînalê 19'ê meha pêşiya me ye.
Di her komê de 4 tîm hene. Di her komê de 3 maç têne lîstin. Bi giştî 12 tîm hene. Ji 48 tîman tîmên bibin yekem û duyem raste rast derbasî dora 32'yan dibin. Ji bilî vê 8 tîmên sêyem ên herî serketî ên di nav 12 koman de (li gorî pûan, ferqa golan, golên avêtî û hwd.) jî tevî wan dibin û bi vî awayî Dora 32'yan diyar dibe.
MAÇÊN KOMAN:
Maçên Koman bi maça Meksîka û Afrîkaya Başûr 11'ê mehê dest pê dike. Û roja 28'ê mehê bi maça Urdun û Arjantînê wê maçên koman temam bibin.
DORA 32'YAN
Di Dora 32'yan de maça yekê 28'ê mehê wê bê lîstin û maça dawî ya vê dorê 4'ê tîrmehê wê bê lîstin. 16 tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 16'an bibin.
DORA 16'AN
Maça yekê ya Dora 16'an 4'ê tîrmehê tê lîstin û maça dawî 7'ê mehê wê bê lîstin. 8 tîmên bi ser bikevin dê derbasî çarîk fînalê bibin.
ÇARÎK FÎNAL
Maçên çarîk fînalê rojên 9, 10 û 12'yê mehê wê bêne lîstin. Di encamê de 4 tîm dê derkevin nîv fînalê.
NÎV FÎNAL
Maça yekê ya nîv fînalê 14'ê mehê, maça didyan 15'ê mehê wê bê lîstin û du tîm derdikevin fînalê.
Û FÎNAL
Maça fînalê 19'ê mehê ye, saet 22.00'an de. Lê berî wê heman rojê saet 19'an de maça SÊYEMÎNÎ heye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
- Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
- DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
- Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
- Ji dîroka Kûpaya Cîhanê hin agahiyên balkêş


