logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

  • Dîrok: 18/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Cemil Oguz

Erê, ez bi qasî rojnamegerên xelkê ne bi siûd im herim li welatê lê lidar dikeve maçên Kûpaya Cîhanê yekser temaşe bikim. Ev ne sûcê min e, dibe sûcê pêşiyên me, dibe sûcê dîroka me be, dibe sûcê baweriya/ên me be. Nizanim. Axir li ber televîzyonan ev 4’emîn tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ye ku piranî maçên têne lîstin temaşe dikim.

Loma jî niha dixwazim hinek kûpa, hinek Messi, hinek jî notên din bi we re parve bikim.

RÛPELA TAYBET A DIYARNAMEYÊ

Wekî tûrnûvayên berî vê, di asta xwe de, li gor quweta xwe, me îsal jî di Diyarnameyê de Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê amade kir. Herhal li Bakur di nav kurdî de em tekane ne tiştek wisa dikin.

Me îsal nêzî 50 nûçe û nivîsên li ser Kûpaya Cîhanê 2022 Qatarê belav kirine. Ne ku muhîm e çend kesan nûçe xwendine, ya muhîm ew e ku em maf û daxwaza xwendevanên xwe yên ji fûtbolê hez dikin tînin cih. Bi kurdî sporê derdixin pêş. Bi ya min qîmeta vê bilind e. 

NIRXANDINA AST Û ŞEXSIYETA LÎSTIKVANAN

Ez bi hezkirin li maçan temaşe dikim. Ne tenê ji rêzê temaşe dikim, di heman demê de asta şexsê lîstikvanan jî carinan ber xwe ve dinirxînim. Mînak lîstikvanekî çawa heta kêliya dawî hemû xwêdana xwe dide? Kesek çima bêyî pasê bide lê dide û ne ew bi ser dikeve, ne tîma wî? Çawa kesek bi estetîk dilîze, çawa rê li ber hevalên xwe, tîma xwe vedike? Ev û tiştên bi vî rengî, dîsa taktîka li nav sehayê, bi jiyanê re dikim yek û kêwa min tê lê temaşe dikim, li ser sohbetê dikim. Di vê çarçoveyê de vê tûrnûvayê min hin nivîs nivîsîn ez dibêjim bi dilê min bûn.

MESSI DAWÎ LI NÎQAŞAN ANÎ

Û niha Messi: Lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi îro wisa maçek lîst û wisa serketineke bi dest xist ku li dinyayê nakeve destê kesî. Ew li nav sehayê carinan naxuye, lê ji nişke ve mirov dibîne ku wekî birûskê dibiriqe, bi pasê diavêje, yan bi gola diavêje tîma xwe ji ber sêdarê dikişîne, can û rih dide wê.

Îro ji hemû maçan, ji her demê zêdetir ew hebû, dilxwaz bû, berxwedêr bû, bi coş bû, û ji her demê zêdetir li sehayê bû. Ji her demê zêdetir dibiriqî.

Bi maça îro re bi ya min nîqaşa “serketiyê dinyayê Maradona ye yan Messi ye, Ronaldo ye yan Messi ye”, îşev bi dawî bûye. Bi serketina îro re Messi Maradona jî, Ronaldo jî li dû xwe hiştine û derketiye lûtkeyê.

REKORÊN ŞIKANDIN

- Messi bi vê maçê re bû 26 maçên Kûpaya Cîhanê dilîze û li nav tîma Arjantînê bû lîstikvanê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de lîstiye. Berî vê Lothar Matthaus bi 25 caran lixwekirina formaya tîma neteweyî li Arjantînê yekemîn bû. Messi ev rekor ji destê wî derxist.

- Dîsa bi golên ku Messi îro avêtin bû 13 gol ku di Kûpaya Cîhanê de diavêje. Bi van golan ew lîstikvanê Arjantînê yê herî zêde bi formaya neteweyî gol avêtine ye. Berî vê Batistuta bi 10 golan xwedî rekorê bû.

- Li dinyayê lîstikvanê Îtalyayê Paolo Maldini 2217 deqe li tûrnûvayê forma li xwe kiribû û kesê herî zêde lîsti ye, Messi ev rekor şikand.

- Messi bû 19 car wekî kaptanê tîmê derdikeve sehayê. Bi vê rekor di destê wî de ye. ji Meksîkayê Rafa Marquez 17 caran, ji Arjantînê Diego Maradona bi 16 cara di rêzê de ne.

- Messi yê 35 salî tekane kes e ku di salên 10 salî, 20 salî û 30 saliya xwe de di tûrnûvalê golan diavêje. Pele bi 4 mehan heman rekor winda kiribû.

- Di warê, di tûrnûvayekê de avêtina herî zêde penaltiyan de Messi bû şirîkê rekoran. Eusebio (1966), Rob Rensenbrink (1978) û Messi (2022) her yekî 4 penaltî avêtine û kirin gol.

KÛPAYÊN WÎ

Heta niha Messi tenê Kûpaya Cîhanê negirtibû, ew jî girt û ji niha û pêde nelîze, here razê, winda bibe jî ne xem e. Messiyê hatiye 35 saliya xwe heta niha wî ev kûpa birine ma:

- 11 Şampiyona li lîgê (10 La Liga, 1 Ligue 1)

- 4 Şampiyonên Lîga Şampiyonan

- 3 UEFA Super Kupa

- 3 Kûpaya Klûbên Dinyayê

- 7 Kûpayên Kral (Li Spanyayê)

- 8 Kûpaya Super a Spanyayê

- 1 Kûpaya Super a Fransayê

- 7 heb Ballon d'Or (Goga Zêrîn)

- 6 Li Ewropayê girtina Pêlavên Zêrîn

- 1 Şampiyoniya Olimpiyatê 2008

- 1 Cupa Amerîka

- 1 Kûpaya Cîhanê

LÎSTIKVANÊN DIN

Ji bilî Messi, hin lîstikvanên din ku mirov ji lîstika wan zewq digirt jî hebûn. Mînak li Arjantînê Di Maria, li Hirvatistanê Modric, li Fransayê Mbappe. Ew kêf bûn, kêf didan temaşevanan.

Ji her tiştî jî wêdetir fînala tûrnûvayê wisa fînalek bû, herhal hê dê gelek salan, di gelek tûrnûvayan de bal bê kişandin. Di kêliya ku ji pêşkêşvanan heta temaşvanan got temam e, xilas, tîma din derket holê û carek din asta heyecanê bilindtir kir.

Axir, bi xêr û gunehên xwe tûrnûvayeke din jî bi dawî bû. Heta yeka din…

 
Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet  

    

Parve Bike

Youtube Me
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şevbuhêrka helbest û muzîkê

ad

Ji ber bi kurdî xeber dida hat binçavkirin

ad

Ew jî pirtûkan dinivîsin

ad

Rojên Çand û Hunerê wê li dar bikevin

ad

Jehrîkirina xwendekaran hedefgirina nirxên şoreşa jinê ye

ad

Çalakiya ji bo ziman: Xebatên li Ewropayê hatin nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname