logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

  • Dîrok: 18/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Diyarname

Li dinyayê mirov çend caran dikare maçeke wisa temaşe bike? Li dinyayê du tîm çend caran dikarin ji bo “ev kûpa a me ye” bifirin û çend caran xeyalşikên bibin? Bi kurtahî: Di fînala Kûpaya Cîhanê de Arjantîn û Fransa hatin hemberî hev. Maç 3-3 bi dawî bû û bi penaltiyan Arjantînê kûpa girt.

Niha em qala çîrokê bikin.

Berî maç dest pê bike her kesî texmîn dikir dê bi heyecan be lê kesî bawer nedikir dhe heyecan ew qas bilind be. Lê vê maçê wisa heyecaneke belav kir, kêm caran tiştên wisa tê dîtin.

ÎSTATÎSTÎKÊN BERÎ MAÇÊ

Berî maç dest pê bike rewş ev bû:

Arjantîn heta niha 6 caran derketibû fînalê lê tenê 2 caran kûpa girtibû. Niha dixwest cara sisêyan kûpayê bibe mala xwe.

Lîstikvanê navdar ê tîmê Lionel Messi ku hema hema di her warî de kûpa bi dest xistibûn, dixwest vê kûpayê jî bigire.

Fransa heta niha du caran derketibû fînalê û her du caran jî ev kûpa girtibû, di sala 1998 û 2018’an de. Û niha cara sisêyan li fînalê bû. 

Mbappe heta Dembele, Griezmann, Hernandez, Giroud her kesî dixwest navê xwe li dîrokê bike.

MAÇ BÛ DU PARÇE

Li Stada Lusail 88 hezar û 966 kes, li ber televîzyonan jî herhal bi mîlyaran kes li benda vê kêliyê bû. Û wê kêliyê dest pê kir. Heta kêliya dawî heyecan hebû. Lê maç bû du parçe, parçeye yekemîn, yanê nîveka yekemîn Arjantîn, nîveka duyemîn ê Fransa bû. Deqe 23, ji penaltî Messi gol avêt. Deqe 36 Angel Di Maria encam bir 2-0 û nîveka yekemîn, yanê parçeya pêşî ku ya Arjantînê bû, wisa bi dawî bû.

Di nîveka duyemîn de vê carê Fransa hebû, Mbappe hebû. Deqe 80 ji penaltiyê Mbappe bersiv da û piştî vê bi deqîqeyek carek din Mbappe derket ser dikê û encam bir 2-2’yan. Arjantînî di şokê de bûn. Maç derbasî dora zêde bû. 30 deqe dê bihata lîstin. Di 15 deqîqeyên pêşî de gol çênebû, di 15 deqîqeyên duyemîn de heyecanê carek din dest guhart. Messi di deqe 108'an de care din derket ser dikê, wekî bêje "ez vê kûpayê nadim". Lê di deqe 118’an de hevalê wî yê tîmê lîgê Fransayê, û niha reqîbê wî Mbappe gotineke din avêt meydanê: 3-3.

Serketiyê kûpayê, serketiyê dinyayê, xwediyê kûpaya dinyayê bi penaltiyan dê diyar biba. Û bi 4-2 penaltiyan Arjantînê navê xwe li dîroka dinyayê nivîsî. Bi vê bû cara sisêyan ku Arjantîn kûpayê digire.

Û Messiyê ku di hemû tûrnûvayê de serketî bû, heta niha hemû kûpa girtibûn ji bilî vê, bi vê jî gihîşt mirazê xwe. Û kûpa êdî di merasimê de di destê kaptan Messi û hevalên wî de bû.

4 SERKETIYÊN DIN JÎ DIYAR BÛN

Li aliyê din ji bilî bi dest xistina kûpayê, 4 kesên herî serketî yên tûrnûvayê jî hatin diyar kirin. Ew jî ev bûn:

- Ji Arjantînê Enzo Fernandes, lîstikvanê ciwan ê herî serketî ê vê tûrnûvayê hat hilbijartin. Wî kûpaya zîvîn girt. Ew 21 salî ye.

- Qeleparêzê Arjantînê Emiliano Martinez, qeleparêzê herî serketî yê tûrnûvayê hat hilbijartin û xelata Lepikê Zêrîn girt.

- Golavêjê tûrnûvayê Mbappe bi 9 golan hat hilbijartin û xelata Pêlava Zêrîn girt. Messi di vê tûrnûvayê de di 8 golan de ma. 

- Messi, lîstikvanê herî serketî yê tûrnûvayê hat hilbijartin û xelata Gogo Zêrîn girt.

Û MESSI

Messi di vê tûrnûvayê de 8 gol avêtin. Piştî Mbappe (9) kesê duyemîn bû ku herî zêde gol avêtine.
Messi bi vê maçê bû 26 maçên Kûpaya Cîhanê dilîze û li nav tîma Arjantînê bû lîstikvanê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de lîstiye. Berî vê Lothar Matthaus bi 25 caran li xwe kirina formaya tîma neteweyî li Arjantînê yekemîn bû. Messi ev rekor ji destê wî derxist.

Dîsa bi golên ku Messi îro avêtin bû 13 gol ku di Kûpaya Cîhanê de diavêje. Bi van golan ew lîstikvanê Arjantînê yê herî zêde bi formaya neteweyî gol avêtine ye. Berî vê Batistuta bi 10 golan xwedî rekorê bû. 

 

Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet  

   

Parve Bike

Youtube Me
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Parlementoya Belçîkayê bi awayekî fermî komkujiya êzîdiyan qebûl kir

ad

Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

ad

Spanyolan alman şandin mal

ad

Di hilbijartina 2009'an de DTP li van deran bi ser ket

ad

Ji Hewingway 47 alternatîfên dawî

ad

Hejmara şaredariyên kurd ên kayyûmê dest danîne ser

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname