Ser xêrê: Helal Seks Shop jî vebû!
Diyarname
Li gelek welatên dinyayê Seks Shop hene, li Tirkiyeyê jî; lê niha li Tirkiyeyê "Helal Seks Shop" jî vebû!
Seks Shop her cure amûrên seksê difroþin. Li gelek welatên dinyayê ev shop hene. Di van salên dawî de hejmara seks shopan li Tirkiyeyê zêde bûbûn. Niha yekemîn seks shopa helal yanê ya îslamî vebû.
"Helal seks shop" li dinyayê yekemîn car di sala 2010'an de li Hollandayê vebûbû. Niha yeka nû li Tirkiyeyê vebû. Malpera wan di navnîþana "http://www.helalsexshop.com" de hatiye vekirin û li gor telefona li malperê navnîþan Enqereye. Malper wekî "dikana li ser înternetê" dê amûrên seksê bifroþe.
Di malperê de amûrên ji bo jinan û yên ji bo mêran di rûpelên cuda de vekirine. Her amûrek li ber "bi kêrî çi tê" jî þiroveya wê hatiye weþandin.
Gotinên wekî "Bi temamî bi ewle ne", "Li gor þertên Îslamê ne", "Amûrên cinsî yên helal" wekî diruþmên malperê hatine weþandin.
Em jî ji vir de bibêjin "ser xêrê, bila rêya we vekirî be"!