Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd
Azad Zal
I. Destpêk
‘Destpêk encamê diyar dike.’
Ez nizanim ku min vê peyvê ji ku bihîstiye, yan jî kî gotiye. Dibe ku gotina pêþiyên kurdan ya jî yan gelekî dîtir be. Lê her tim tê hiþê min û di hiþê min de olan dide. Ez dibêjim qey rewþa Komeleyên Nivîsakaran di navbera destpêk û encamê de diqurmiçin û diþkên.
Bi rastî jî ‘destpêk her tim encamê diyar dike’. Karekî, avakariyekê, yan jî keft û leftek dema ku dest pê bike, ku bi saxlemî û bi dirustî bingeh bê danîn ev hem temendirêj dibe û hem jî xurt û hêzdar dibe. Ku berevajê wê be kar tu caran xilas nabe. Wekî ku pêþiyên me gotine, ‘wekî mareke nîvkuþtî’ di destê mirov de dimîne. Ez jî dixwazim rewþ û çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd bi vê peyvê li moxil û seradê bixim û bi vî awayî bigihîjim encamekê.
Ez mafê peyvê di xwe de dibînim ji ber ku bi qasî 5-6 salan ez di nava xebatên Komeleya Nivîskaran de mame. Tenê maf na, wekî berpirsiyarî jî divê ku rewþa komeleyê bi awayekî objektîf bê vegotin da ku ‘dîrok’a komeleyê wekî piyeseke trajîk-komîk germesar nebe.
Ez di sala 2007’an de bûm endamê Komeleya Nivîskarên Kurd. Di heman salê de Kongreya Duyemîn ya Komeleya Nivîskarên Kurd hat lidarxistin û ez wekî endamê rêveberiyê hatim hilbijartin û bi peywira Sekreterê Giþtî û Cîgirê Serokê Komeleyê min ji sala 2007’an heta rezbera 2011’an xebat meþand. Di Kongreya Çaremîn ya Komeleya Nivîskarên Kurd de li ser daxwaza xwe min, min nexwest ku ez careke din di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de bimînim, ez vekiþiyam.
Wekî nivîskarekî kurd û wekî endamekî Komeleya Nivîskarên Kurd min her tim rewþ þopandiye. Bi vê þopandina xwe ez gihîþtime vê encamê ku bi rastî jî rewþa Komeleya Nivîskarên Kurd bi gelek aliyên xwe ve rewþa Kurdistanê diderbirîne.
Her wisa wekî nivîskar ji sala 2006’an vir de ye ez Pena Kurd û xebat û çalakiyên wê jî diþopînim. Dem bi dem gotar û helbestên min di malpera Pena Kurd de derdiçûn/diçin. Heta Kongra 8’emîn a Pena Kurd –ku di 18-19 Gulan 2013’yan de li Amedê pêk hat– ez wekî berendamê wê bûm. Di Kongreya 8’emîn de ez bûm endamê PEN’a Kurd.
II. Pena Navneteweyî
Hinek agahiyên ansîklopedîk ên li ser PEN’ê divên... Ji bo ku þerê(n) li ser PEN(ên) Kurd bêne fêmkirin divê ku ev agahî hebin.
PEN’a Navnetewî, li ser armanca pêþxistin û parastina wêjeyê û pêþxistina çanda neteweyên cur bi cur û xurtkirina pêwendiya navbera nivîskaran ava bûye. PEN ji sê sertîpên sê peyvên ku bi qada nivîsbariyê ve girêdayî ye pêk tê. Poets (Helbestvan), Esseysts (Çîroknûs), Novelists (Romannûs). Di derveyê vê de wekî peyv PEN tê wateya PÊNÛS’ê jî. Ji ber wê jî hem sertîpên van peyvan û hem jî peyva di wateya “pênûs”ê de tê bikaranîn. PEN’a Navnetewî rêxistineke nivîskaran ya navnetewî ye û di sala 1921’ê de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott ji bo dîwan û gihandina hev ya nivîskaran kulûbekê ava dike. Ev kulûb dibe bingeha PEN’a Navnetewî. Heta sala 1990’î jî PEN wekî Kulûba PEN’ê (PEN Club) dihate nasandin. Ji sala 1990’î þûn de ev binavkirin diguhere û dibe Navenda PEN’ê (PEN Center). Ev nav niha jî di rewacê de ye û bi kar tê. Zimanên fermî yên PEN’ê înglîzî, fransî û spanî ne.
III. Dîroka Du Komeleyan, Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Almanya û Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed
a. Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Almanya: Ji ber ku navenda wê li Almanya ye jê re “PEN’a Almanya” jî tê gotin. Dem bi dem jê re “PEN’a Penaber” jî tê gotin.
Di sala 1988’an de li Almanya tê damezirandin. Wekî damezrîner Huseyîn Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Abdurrahman Nexþebendî, Huseyîn Kartal, Emîne Erdem, Haydar Iþik û Mehmet Uzun di destpêka avakirinê de cî digirin. Kongreya yekemîn li Almanya tê lidarxistin û wekî serok Huseyîn Erdem tê diyarkirin. Ji wê bi þûn de 8 kongre li dar dikevin. Piþtî wê, di avrêla 1988’an de, li Cambridge di Kongreya PEN’a Navneteweyî de avakirina Navenda PEN’a Kurd tê pêþniyazkirin. Di dengdanê de hemû beþdarên Kongreyê piþtgiriya avakirina Navenda PEN’a Kurd dikin û bi vî awayî Navenda PEN’a Kurd dibe endama PEN’a Navnetewî. Di bihara sala 1990’î de Navenda PEN’a Kurd ji hêla Dadgeha Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê tê pejirandin. Ango di qada fermî de tê pesendkirin. Pena Kurd her carê kongreya xwe li bajarên cur bi cur li dar dixe û heta ku îsal bê li Amedê li dar bixe.
b. Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed: Bingehdanîna Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2000’î de, li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di lihevcivîna navbera çend nivîskaran de ji aliyê Arjen Arî ve pekî pêþniyaz tê rojevê. Di heman civînê de wekî damezrîner Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî û niviskarekî din –ku navê wî ne diyar e– têne diyarkirin. Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004’an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî tê avakirin. Nîqaþ û guftûgo di navbera PEN’a Kurd ya li Almanya, PEN’a Navnetewî û Komeleya Nivîskaran de pêk tênê û di encamê de destûra bikaranîna navê PEN’ê nayê dayîn. Ji sala 2007’an û pê ve navê PEN’ê ji ser navê Kurd PEN Komeleya Nivîskarên Kurd tê rakirin û wekî Komeleya Nivîskarên Kurd xebatên xwe dimeþîne. Wekî Komeleya Nivîskarên Kurd xebatên rewþenbîrî û nivîskariyê heta hevdîtinên bi PEN’a Kurd ya li Almanyayê re ku kongreya xwe li Amedê li dar bixe dimeþîne. (Gulana 2013)
IV. Pêwîstiya bi komeleyê û guftûgo:
Ji devê Arjen Arî: “Pêdiviya komeleyeke rewþenbîrî di heyva tîrmeha sala 2000’î de, di “Civîna li Îzmîrê” de ji hêla min ve hatibû zimên. Di wê civînê de, (wê demê ev civîn wekî “Konferansa Îzmîrê” di çapemeniyê de cih girti bû) pêþniyaz bi yekdengî hatibû pejiradin û di heman rojê de Lijneya Amadekar a damezrîner hat diyarkirin. Ez (Arjen Arî), Berken Bereh, Salihê Kevirbirî, Îrfan Amîda, û nivîskarekî din ku niha navê wî nayê bîra min.) hatine hilbijartin.” Min bi xwe gelek caran ji devê rehmetiyê Arjen Arî vê yekê bihistiye.
Piþtî vê merhaleyê ji devê Roþan Lezgîn pêvajoya damezrandinê wiha tê gotin: “Ji bo danînana komeleyekê cara pêþîn ez (Roþan Lezgîn) û birêzan Arjen Arî, Berken Bereh, Çiya Mazî, Ehmedê Neco, Rênas Jiyan û Þener Ozmen di payîza 1999’an de li mala birêz Dilawer Zeraqî em civîyan. Lê tu encamek ji wê civînê derneket. Sedem jî ev bû ku hindek ji wan hevalan dixwest komeleya nivîskaran jî wekî gelek komeleyên din, ji bo nimûne, wekî hindek enstîtu yan jî navendên çandî di bin sîwana PKK’ê de be, yan jî wekî þaxeke wê be. Hîn wê demê min ev yek qebûl nekiribû. Min dixwest ku komeleya nivîskaran di bin bandora tu partiyeke siyasî de nebe, divê komeleya nivîskaran serbixwe be û di xizmeta neteweya kurd de be, her wiha, nivîskar bi xwe jî nebin nivîskarên partiyekê, divê wekî rewþenbîrên neteweyên din, nivîskarên me jî bibin rewþenbîrên gelê xwe. Piþtî vê reaksiyona min kombûna me belav bû. Dû re, zivistanê (dawiya 1999’an) cara diduyan li mala min kombûnek çêbû. Bi qasî ku di bîra min de maye ji çend kesên ku hatibûn vê kombûnê ev in: birêzan Ahmedê Dirihî, Arjen Arî, Ayhan Meretowar, Berken Bereh, Dilawer Zeraq, Dost Çiyayî, Î. Seydo Aydogan, Mem Bawer, Remezan Alan, Rodî Zerya, Serkeft Botan û çend hevalên din jî hebûn ku niha navê wan nayê bîra min. Piþtî ku di navbera me de gelek gotubêj hatin kirin, dawiyê em gihan vê qenaetê ku rewþa Tirkiyê ne kêrhatî ye ji bo danîna komeleyeke wisa. Her wiha, ji ber ku piraniya hevalan memûrên dewletê bûn û wê demê memûr jî nikarîbûn bibin endamên komeleyan. Netîce, her kes belav bû, çû ser karê xwe.”
Ji ber ku li bakurê Kurdistanê þaredarî dikevin destê kurdan li gelek herêm û þaredariyan çalakiyên çandî û wêjeyî li dar dikevin. Di van çalakiyan de dîsa nivîskar û rewþenbîrên kurd digihîjin hev. Di sermaweza 2003’yan de dîsa avakirina komeleya nivîskaran tê rojevê. Nîqaþa avakirinê êdî dibe dualî: Yek, êdî mercên xebat û tekoþîna çandî û rewþenbiriyê vebûne û li ser van mercan divê xebatên vê qadê berê xwe bidin navendê, ango navend jî Amed tê diyarkirin. Didu, ji ber hin sedemên siyasî û yasayî pêwîstî pê tune ku navend bê Amedê, lê wekî þaxeke PEN’a Kurd ya li Almanya li Amede komele bê avakirin û xebat bi vî rengî bimeþin.
Di vê demê de nîqaþ û guftûgo berfireh dibin û reng û dengên siyasî, rêxistinî û hizbî dikevin navê. Rengên dualîbûnên avakirina komeleyê wiha dertê hole: Nivîskarên bakurê Kurdistanê dibêjin ku pêwîstî bi vegera welêt heye, êdî wekî berê pêwîstî bi xebatên penaberiyê tune ye. Têkoþîna li welat ev merc derxistine holê, wekî gelek sazî û dezgeh û komeleyên kurdan divê ku komele yan jî navendên xebatên rewþenbîrî û nivîsbarî vegerin welat. Ku veger nebe divê ku komele û navendên nû ava bibin. Lê li hember vê, nivîskarên li derveyê welat û hin ên din dibêjin ku rast e tekoþîn hin merc û derfetên baþ derxistine holê lê derfetên azadiya ramanê çênebûne, komele û navendên yekîtiya nivîskaran nikarin bi serbestî li welat bixebitin(!), merhale bi merhale wekî þax û þûn de jî ku pêwîstî çêbibe bila navend bên Amedê.
Hê komele li Amedê ava nebûye þer û pevçûn dest pê dikin. Di navbera însiyatîfa nivîskarên bakur û nivîskar û rêveberên PEN’a Kurd ya li Almanyayê û PEN’a Navnetewî de polemik û sûcdarî guftûgo dest pê dikin.
Ji bo pêwîstiya PEN’a Kurd vegere li ser axa xwe xebatên xwe bimeþîne vê yekê Serkeft Botan wiha tîne ziman: “Ev xak bi mayînan dorpêçkirî be jî em dikarin di 3 saetan de bigihîjin Dihokê, em dikarin di nava nîv saetê de li Qamiþloyê bin, di nava 8 saetan de em dikarin xwe bigihînin Mahabadê. Lê em dikarin piþtî rojekê xwe bigihînin Almanyayê. Derfetên me yên ku em bi balafiran bikaribin xwe bigihînin Almanayê tune ne, ji bo me zor e. Divê ku sazî û dezgehên kurdan vegerin welat. Divê ku navend li ser xaka kurdan be, wekî þax jî helbet divê li Almanya û ciyên dîtir xebat hebin. Xebat û pêþketin li ser axa welat pêþ dikeve…”
Ku mirov bi rastî bibêje, kesayet ji xwe re hin nêrînên siyasî dikirin sedem û qada pevçûnê li hev teng yan jî berfireh dikirin. Mesela hin kes digotin ku “dema ku PEN li Amedê ava bibe, yan jî navenda xwe bibe Amedê ew ê kontrol bikeve destê PKK’ê, ji ber wê jî gerek ev pêk neyê.”
Hin kes ji bo ku di qada siyasetê de bêtir ji xwe re cî bibînin diketin nava guftûgoyan. “Ku em/ez bibim/n serokê/n komeleyekê, ez/m ê bi rehetî bikaribim/n þaredar, parlamenter, rayedar…”
Nivîskarî ne wekî helwest, rewþenbîrî ne wekî rastgoyî hwd. dihat dîtin. Nivîskarî wekî pêplûka derbasbûna ciyekî ‘payebilin’ dihate dîtin. Ango nivîskarî ji bo bidestxistina derfetên (rant/gendelî) siyasî yên welat dihate kirin…
Dema ku PEN’a Kurd li Amedê ava dibe wî li wî kî bibe serokê komeleyê. Di navbera 3 salan de Komeleya Nivîskarên Kurd 6 serok diguherîne. Yek ji serokên Komeleyê digot, ‘bi tenê min 28 rojan serokatî kir. Nehiþtin ez serokatiyê bikim, min daxistin.’ Di serî de diviya ku ev egoyên ku ketibûn pêþbaziya serokbûnê, dev ji van nêzikahiyên xwe berdana. Niha jî divê ku dev ji van hewldanan bên berdan. Lê domandin û tev li hev ketin û tev ketin. Çi tesaduf e ku demên hilbijartinên giþtî û yên herêmî yên li Tirkiyeyê dikevin rojevê ev þerên ‘ego’yan bi rengê siyasî û îdeolojî û kesayetî derdikevin meydanê.
Ji aliyekî din ve ji bo PEN’a Kurd li Amedê ava bibe însiyatîfeke din ava dibe û dest bi xebatan dike. Ji devê serokê PEN’a Tirkiyê: “Nûnerê Kulûba PEN’ê ya Tirkiyeyê lê Amedê Þeyhmus Diken û hin endamên me û serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ji Desteya Rêveber ya me re nameyeke narîn nivîsandin. Li ser ziman û wêjeya kurd dixwazin Kulûba PEN’a Kurd li Amedê ava bikin. Gotin ku ev kulûb jî wekî Kulûba PEN’ê ya Tirkiyeyê pirzimanî be… Wekî Desteya Rêveber ya PEN’a Tirkiyeyê me bi kêfxweþî ev daxwaz bi rêzdarî û kêfxweþî pêþwazî kir. Me biryara piþtgiriyê wergirt…”
V. Pirs û Pirsgirêk:
Pirs 1: Ji bo PEN’a Kurd ya li Almanyayê, PEN’eke bi vî rengî çima li derveyê welat tê avakirin û çima bi derfetan re nikare vegere ser axa xwe?
Pirs 2: Komeleya Nivîskarên Kurd çima nikare di nava xwe de yekîtiyekê çêke, bi rengê komelayetî tev bigere? Ji bo di nava 3 salan de, (2004 - 2007) bêyî ku kongre li dar bikeve 6 (þeþ) caran serok biguherîne? Di navbera 2004 û 2007’an de Edîp Polat, Sedat Yurtdaþ, Serkeft Botan, Rêzan Tovjîn û dîsa Edip Polat dibe serokê komeleyê. Di kongra 2’yemîn de piþtî Edîp Polat, Îrfan Babaoglu dibe serokê komeleyê.
Pirs 3: Ji 2011’an vir ve xebateke din li ser avakirina PEN’a Kurd li Amedê ava bibe dest pê kiriye. Ev bi navê “Însiyatîfa PEN’a Kurd li Amedê” wekî komîsyon xebatê dimeþîne. Ev jî piþtgirî ji PEN’a Tirkiyê digire û nivîskarên wekî Yaþar Kemal destek didin vê însiyatîfê. Li ser ew qas guftûgoyan çima pêwîstî bi însiyatîfeke bi vî rengî dimîne?
Pirs 4: Du caran nivîskarên bakurê Kurdistanê ango Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd ya Almanyayê li hev dikin ku hin karan bi hev re bikin, paþê ku têne hember hev di civîn û konferansan de li hev nakin. Di sala 2004’an de li hev dicivin û pev diçin, di sala 2013’yan de heman tiþt dubare dibe. Çima nivîskar li hev nakin?
Li gorî min dîroka du komeleyên nivîskarên kurd, mirov dikare wekî lihevketina du quloçan binirxîne û di encamê de du ‘cenaze’ û însiyatîfeke ‘þkestî’ li holê dimînin. Ez wekî ‘cenaze’ bi nav dikim, ji ber ku rewþ hatiye wê halê ku êdî her du komele jî nikarin xebatên xwe bi armanca rewþenbîrî û nivîskariyê bimeþînin. Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê ji xebatê ketiye (gelek nivîskar jê îstîfa kirine), PEN’a Kurd jî bi kongreya dawîn re ji xebatê ketiye (gelek nivîskar helwesta xwe li hember xebatên wê nîþan dane, bi bertek in). Di kongreya 8’emîn ya PEN’a Kurd de, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Þêxmûs Sefer di heman demê de wekî Serokê PEN’ê jî hat hilbijartin. Ev wekî paradoksa du komeleyan derket pêþberî nivîskaran. Rewþ gelek tev li hev bû.
PEN’ê kongra xwe li dar xist, ji ber ku pevçûn bi encam nebûn lihevhatin jî pêk nehat û gelek nivîskaran ji Komeleya Nivîskarên Kurd îstifa kirin, însiyatîfa avakirina PEN’a Kurd ya li Amedê diyar kir ku ew ê hewldanên xwe bidomîne, PEN’a Kurd ya Almanya, di kongreya xwe de diyar kir ku ew ê di fiîliyatê de li Amedê xebatan bimeþîne, lê bi fermî ew ê li Almanyayê bimîne.
Ji aliyê din ve, Komeleya Nivîskarên Kurd ji ber vê paradoksê dema kongreya wê hatiye nikare li hev bicive û kongreya xwe bike. Du caran ji bo kongrê daxuyanî hat dayîn her du car jî nivîskarên endamên komeleyê teþrîfa kongreyê nekirin.
Ji bo ku komeleyên nivîskaran ji vî halî rizgar bibin tenê alternatîfek heye, ew jî ev e: Divê ku konferansa rewþenbîriyê li dar bikeve, hemû kesên ku xwe wekî nivîskar dibînin bêne vexwendin û bibin delegeyên vê konferansê. Bila konferans bi tenê li çareseriya yekîtiya nivîskaran bigere. Piþtî wê kongreya nivîskaran li dar bikeve û kongre wekî îradeya nivîskariyê derkeve pêþberî qada navnetewî ew ê gelek çêtir be.
Belê ‘destpêk encamê diyar dike’. Li ser hesab û kîtabên ‘ego’ û nêzikahiyên biçûk destpêka avakirina komeleya nivîskaran dest pê kiriye, di encamê de tu caran dawî li van hesaban nehatiye. Bi vî awayî dewam bike dê tu caran jî dawî lê neyê.
Li ser pira selatê (sirat) dema pevçûn û lihevdan çê bibe kes ji ketina nava agirê êtûnê xilas nabe. Bila nivîskarên me yên ‘biquloç’ ji her kesê baldartir û berfirehtir bin. Ji ber ku ‘quloç’ di carina di zikê mirov û di derên din ên mirov re jî diçin.
Çavkanî:
Arþîva Komeleya Nivîskarên Kurd
Azadiya Welat
Hevpeyvîn bi serokê wê demê Serkeft Botan re, http://www.ekurd.net/mismas/articles/misc2005/3/independentstate109.htm
Malpera PENa KURD, http://www.pen-kurd.org
Roþan Lezgîn, Derbarê Komeleya Nivîskaran de, http://www.pen-kurd.org/kurdi/roshan-lezgin/derbare-komeleya-niviskaran-de.html
Tarýk Günersel, Kürt PEN Kulübü Konusunda Basýnýmýzdaki Kalem Sürçmeleri http://www.haberajans.com/kurt-pen-kulubu-konusunda-basinimizdaki-kalem-surcmeleri-yazisi-2333.html
Malpera PENa Navnetewî, http://www.pen-international.org/
azadzal@hotmail.com
***
Ev nivîs di hejmara 7-8 (tîrmeh-gelawêj 2013) a kovara Dîwar de hatiye weþandin û ji wir hatiye girtin.
Ji bo agahiyên li ser kovarê: www.kovaradiwar.com