Qîrîna mirinê a ji Mazgalê tê
Zeynep KURAY - Stenbol
Sal 24’ê rezberê 1996. Cih Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 23 girtiyên PKK’yî dema ku li korîdora girtîgehê diçûn cihê hevdîtinê, gardiyan deriyên maltayê ji herdu aliyan ve bi ser wan de digirin. Piþtî bendemayîna 3 demjimêran komkujî dest pê dike. 10 girtî bi darên bibizmar, jop û sator ve heta ku dikujin lêdidin, 23 jê jî bi giran birînar dibin. Di dema vê komkujiyê de rojnameger û derhênerê kurd Cemîl Oguz ku di qawiþa 23’an de bû dibêje, “Hê jî qîrîna wan di guhê min de olan didin.”
Her çendî ku derhêner Cemîl Oguz cih dabe xizmên girtiyên di komkujiya girtîgeha Amedê de hatine kuþtin û þahidên girtiyên giran birîndar rizgarbûyî jî, Cemîl Oguz bixwe yek ji þahidan e. Oguz ku di dema komkujiyê de di qawîþa 23’yan a girtîgeha Amedê de bû, dibêje hêjan qîrîna dengê wan di guhên min de olan dide. Oguz bûyerên wê demê rûdayî wiha vedibêje: “Em li qawiþê rexê bûn. Qawîþa ez lê ya 23’mîn bû. Wê rojê yên 18 û 29'an diçûn hevdîtinê. Dema ku hevdîtin xilasbûyî me ji dengê hat zanî ku kêþeyek rûdaye. Lê ji ber ku girtîgeh bû em zêde li ser ne rawestiyan. Dema ku posta duyem çû hevdîtinê, yek ji hevalan ji qawîþa 35’an, ji bo xwarina malbatan anîne bixinê legenê bixwaze; ji gardiyanên wir yek bigotina “Çima mazgalê vedikî” diqîre û mudaxele dest pê dike. Gardiyanên ku ji her du aliyan ve deriyên maltayê girtin, ew girtiyên ku diçûn hevdîtinê li korîdorên navberê rawestiyan. Piþtî ku 3 saetan li wir asê man, ji her du aliyan ve rastî êrîþekî tund hatin. 10 girtiyên ku bi darên bibizmar, jop û sator ve têne lêdan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî bi giranî birîndar dibin.
QÎRÎNA DENGÊ HEVALÊN MIN HÊ DI GUHÊN MIN DE YE
Di navbera me de tenê dîwarek hebû. Li aliyekê em dengê qîrîna hevalên xwe dibihîzin, li aliyekî din dest û lingên te girêdayî ne. Hinek hevalan xwest li derî bidin û biþkînin, lê hevalên me yên li navberê asîmayî di wê rewþa xwe de jî gotin ‘Çi dibe bila bi me bibe, bila hevalên me ên din zirarê nebînin’. Tenê amûra me ya protestoyê jî, me li mazgalayan dixist. Em derketin hewþê û me slogan avêtin. Ev bertek kêrî tiþtekî nehat û qîrîna hevalên me ji guhên min naçe.”
MEJIYÊ WAN EW QAS PERÇE KIRIBÛN KU ME BI PEMBÛ DAGIRT
Oguz dide diyarkirin ku, li girtîgeha Amedê mirinên herî xirab jiyan kirine û got, di êrîþê de serê hinekan perçiqandibûn, çavê wan derxistibûn, çermê hinekan serde anî bûn. Oguz destnîþan dike ku, “Eger hûn guleyekê li mirovekê bidin dê herî zêde saniyek du saniyeyan de bimirie, herî kêm ew qas êþê nakiþîne.” Oguz bilêv dike ku, di belgefilm de dema ku dayika ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe tê û rastî wê menzereya tê herî baþ wê demê hîs dike. Dayikê digot “Mejiyê wan ew qas hatibû perçekirin ku me bi pembû seriyê wan dagirt.” Oguz bibîrxist ku, li derve li cihekê kuþtin, lêdan û li girtîgehê kuþtin ferqek pir mezin heye û wiha got: “Dema ku kesek hate girtin û þûn ve, wekî zagonî êdî ew di bin ewlekariya dewletê de ye. Li wir dewlet neçare biparêze ne ku bikuje. Li Amedê mirinên herî xirab hatin kirin.”
EDALETA KU 17 SALE NAYÊ
Oguz bibîr xist ku, ligel ku komkujiya li girtîgeha Amedê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ve (DMME) hate mehkûm kirin jî, ev 17 salin li Tirkiyeyê doz berdewam dike û hêja kujer nehatine cezakirin. Oguz da zanîn ku, “Me di belgefilmê de cih da þahidiya Sekreterê Giþtî yê Baroya Amedê yê wê demê Sezgin Tanrikulu. Tanrikulu dibêje me doz bir Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û digot, ew kesê wê rojê serpel (yuzbaþi) bû belkî îro fermandar be, ew kesê wê demê amirê polîsan bû belkî îro midûrê emniyetê be. Çawa ku tu kesê ceza negirt, em nizanin di aliyê îdarî de jî li kuderê ne.”
KURD BI SEDSALANE VAN QÎRÎNAN DIBÎHÎSIN
Oguz da diyarkirin ku, armanca wî a kiþandina vê komkujiya hovane, nedana ji bîr kirin e û got, bi taybet kurdan di salên 1990’an de zilmên pir mezin dîtin û ev komkujî jî perçeyek ji vê zilmê bû. Oguz anî ziman ku, “Kurd bi sedsalanin van qîrînan dibihîzîn û ev hê didome. Hê duh li Liceyê ciwanek hat kuþtin. Ji vê rojê þûnde pêwîste em biryar bidin ku dê çawa van qîrînan rawestînin.” Oguz destnîþan dike ku, îro jî li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweþ ên terkî mirinê kirine hene û diyar kir ku, ev belgefilm ji bo bîranîna hemû girtiyan hatiye çêkirin.
ANF