Polîsên Belçîkayê bi ser kanalên kurdan de girt
Diyarname
Polîsên Belçîkayê ÅŸeva çûyî saet dor yek û nîvê ÅŸevê bi ser kanalên televîzyonê yên kurdî de girtin. Polîsan zirar da kablo û kompîturan.
Saet yek û nîvê ÅŸevê li dor 200 polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin. Polîsan dor 4 saetan lêgerîn pêk anîn. Di encamê de polîsan kabloyên weÅŸanê qut kirin û zirar dan kanalê.
Li Belçîkayê studyoyên Roj NV, Sterk Production û kompaniya Hîvron hene ku ev ji bo Stêrk TV û Medya Haber TV xebatê dikin. Polîsan bi ser vir de girtin, odeyên wan tevlihev kirin, kablo qetandin.
Li ser vê yekê xebatkarên televîzyonê vê sibê bi çend zimanan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema xebatkarên wan ne li wir bûne, bêyî agahiyê bidin parêzerên wan derî ÅŸikandine, ketine hundir, zirar dane amûrên wan ên weÅŸanê. Wisa hat gotine, "Heta niha lêkolînên li ser xebatên me hatine kirin, dozên hatine destpêkirin hemû bê encam bi dawî bûne, kompaniyên me rastî tu cezayan nehatine. Her wiha kompaniyên navên wan derbas bûn li gor zagonên Belçîkayê xebatên xwe dikin, saziyên bazirganî ne û heta niha tu ceza li wan jî nehatiye birîn."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîÅŸ li hemberî çapemeniya azad a kurdan û mafê agahîgirtinê ya kurdan e û bang li raya giÅŸtî ya Belçîkayê hat kirin ku dengê xwe derxe.
'EMÊ HETA DAWÎ MAFÊN XWE BIPARÊZIN'
Di daxuyaniyê de got ku ew xebatên çapemeniyê dikin û wisa dom kirin, "Xebatên me eÅŸkere ne, deriyên studyoyên me ji bo her kesî vekirîne. Di serî de polîs, kî bixwaze dikare were ofîsên me û xebatên me biÅŸopîne. TiÅŸtek me ya veÅŸarî tune ye. Em dixwazin bibêjin ku bêyî rayedarên kompaniyê hebin bi ser ofîsên me de girtine, ev yek komplo ye. Bêyî biryara nivîskî di destê polîsan de hebe bi ser ofîsên me de girtiye û ev lêgerînên ku hatine kirin bi ya me sûc e. Emê heta dawî mafên xwe yên hiqûqî biparêzin. Parêzerên me li hemberî vê êrîÅŸa konsanî dê serîlêdanan bikin."
4 SAL BERÊ JÎ BI SER WIR DE GIRTIBÛN
Polîsan 10'ê adara 2010'an de jî dîsa bi ser heman studyoyan de girtibû. Wê çaxê jî polîsan dest danîbû ser kompîtur û hardîskan, di encama lêkolînê de tu sûc nehatibû dîtin