'Li Rojhilata Navîn Hêz û Kurd'
Diyarname
Kovara bi kurdî û tirkî Dilopê hejmara xwe ya 33'yan gihand ber destên xwendevanên xwe.
Dilop du mehan carke derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya adar-avrêla 2024'an derxist.
Kovarê di vê hejmarê de li ser "Di çarçoveya Rojhilata Navîn de Hêz û Kurd" dosya amade kiriye. Niviskarê rojnameya Evrenselê Yusuf KarataÅŸ û hîndekara Zanîngeha Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz di dosyayê de bi hev re li ser meseleyê axivîne.
Di kovarê de gelek nivîs û helbest hatine weÅŸandin ku hin jê ji bo meha adarê, li ser Newrozê ne.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê, Serpil Ä°lgun ligel rojnameger Ender OndeÅŸ axiviye. OndeÅŸ ku bi salan e di nav çapemeniya kurdan de kar dike dibêje, "Ne tiÅŸtek rasteqîn e ku mirov li bendê be dê desthilatdarî bi awayekî erênî li kurdan vegere."
Ji hevpeyvînên bi kurdî Dîlan Temîz li ser ÅŸanoya kurdî ligel ÅŸanoger Bahoz Ozsunar û Berfîn Emektar; Bawer Rûken jî li ser pirtûka niviskar Yildiz Çakar "Mohra ReÅŸ" ligel wê axiviye.
Sezai Sarioglu, Rûmet Med, Yucel Demirer, Fewzî Bîlge, Dr. Eskerê Boyîk, Kemal Ä°nal, Îsmaîl Dîndar, Nevzat Onaran, Esra Kiliç, Muzaffer Oruçoglu, Recep MaraÅŸli û Elif Eser bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Her wiha helbestên kesên wekî Arjen Arî, Vazgal Bazîdî, Eskerê Boyîk, Yilmaz OdabaÅŸi, Berken Bereh û Kemal Burkay hatine belavkirin.
Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com