Rojnameyeke nû, 'Diyarname 29 Reşemî' hat belavkirin
Diyarname
Malpera Diyarnameyê îsal kete sala xwe ya 19'an. Malpera ku heta niha ÅŸanenava xwe avêtiye bin gelek karên serketî vê carê kevneÅŸopiyeke cuda da dest pê kirin; ew jî ev e: Wê 4 salan carek rojnameyek derxe. Koma malperê rojnameya bi navê "Diyarname 29 ReÅŸemî" derxist û niha belav dike.
Her çar salan carekê meha reÅŸemî 29 dikiÅŸîne. Rojek taybet e. Loma jî koma Diyarnameyê gotiye em ji bo vê rojê tiÅŸtek bikin û ji bo wê rojê biryara derxistina rojnameyê daye. Navê wê jî danîne "Diyarname 29 ReÅŸemî". Niha hejmara wê ya 1'em derket û 4 salan din dê hejmara 2'yan derkeve.
2 HEVPEYVÎN
Rojname bi manÅŸeta "Di dîroka çapemeniya kurdî de gavek nû: Rojnameya 4 salan carek" derketiye. Di rojnameyê de nûçe, hevpeyvîn, lêkolînên û nivîsên taybet hatine belavkirin.
Ji hevpeyvînan Cemil Oguz ligel derhêner û lîstikvana ÅŸanoyê Berfîn Emektar axiviye. Emektar dibêje, "Ligel destanên kurdî, em klasîkên dinyayê jî dikin malê ÅŸanoya kurdî". Her wiha hevpeyvînek jî ligel xwediyê WeÅŸanên Morî Zarok Mem Bawer hatiye kirin û li ser pirtûkên zarokan hatiye sekinîn.
DOSYAYÊN TAYBET
Li Almanyayê çend kurd hene? Bersiva vê pirsê li holê nîn e, ji ber ku agahiyên teqez tune ne. Herî hindik heta niha wisa dihat zanîn, lê Zekî Ozmen ketiye dû vê meseleyê. Ozmen hem îstatîstîkên balkêÅŸ derxistine, hem jî gihîÅŸtiye encamek. Yek ji lêkolînên din jî li ser pirtûkên bi kurdî ye. Ji salên 90'î ve li Tirkiyeyê û Bakur çend pirtûkên bi kurdî derketine? Cemil Oguz sal bi sal ji salên 90'î ve heta niha encam pêÅŸkêÅŸ kiriye.
Li Amedê yekem car di sala 2001'ê de ÅŸaredariya kurdan festîvala çandê dabû dest pê kirin. Heta kayûm ÅŸandin ser ÅŸaredariyan ev kevneÅŸopî bi awayên cur bi cur dom kir. Nivîskar Mem Mîrxan ku yek ji kesên di asta jor de di nav van xebatan de bû ji destpêkê ve qala meseleyê kiriye.
Ligel van, gelek nivîs û nûçeyên din jî hatine belavkirin.
Li aliyê din Welat Dilken, DilÅŸêr Bêwar, Bedran Dere, Mîrza Ronî, Helîm Yûsiv, Suleyman Çevîk, Çiya Mazî, Xalid Sadinî û Bawer Yoyler bi nivîsên xwe têde cih girtine.
Her wiha Îmam Cîcî jî ji bo vê hejmarê çend xêzên taybet çêkirine.
KOMA AMADEKAR A ROJNAMEYÊ
Rojname bi awayekî fermî di bin banê J&J'yê de derketiye û berpirsiyariya fermî Azad Zal girtiye ser milên xwe. Gerînendetiya WeÅŸanê yê rojnameyê Cemil Oguz û edîtorên wê jî DilÅŸêr Bêwar, Welat Dilken, Zekî Ozmen û Dawûd Rêbiwar in. Her wiha rûpelsaziya rojnameyê jî Dawûr Rêbiwar çêkiriye. Li aliyê din wênesazê kurd Ahmet GuneÅŸtekîn alîkarî daye vê xebatê û heqê çapê girtiye ser milên xwe. Di karê belavkirinê de Nûbihar dê alîkariya rojnameyê bike.
LI KU PEYDA DIBE?
Di serî de Amed, Mêrdîn, Wan, Batman, Stenbol û Îzmîrê dê rojname here saziyên kurdan ên çandî û li wir bê pere bê belavkirin. Her wiha amadekaran gotiye yên bixwazin dikarin navnîÅŸana xwe ji bo me biÅŸînin ku em bi kargoyê bê pere ji wan re biÅŸînin.
HESAÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com