Li Şengalê dema çinîna hêjîran e
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Åžengal ku bi hêjîrên xwe yên xweÅŸ tê nasîn, îsal jî berhemeke baÅŸ da. Cotkarên DeÅŸta Warê Xidirê ku mijûlê çinîn û hiÅŸk-kirina hêjîran in, kêfxweÅŸiya xwe ya ji berhemên îsal anîn ziman. Wan got ku berhemên wan li derveyî Åžengalê jî tên firotin û rastî eleqeyeke mezin tên.
Çiyayê Åžengalê ligel xwezaya xwe ya xweÅŸ û bedew, di hembêza xwe de gelek berhemên xweÅŸ jî digihîne. Demsala havînê dibe çavkaniya berhemên xwezayî û bi tam ji bo hemû welatiyên Åžengalê.
HEJÎRÊN DEÅžTA WARÊ XIDIR
Her wiha gelek berhemên çandiniyê û fêkiyên Åžengalê dikevin bazara Iraqê jî. Yek ji van berhemên nav û deng ku di kalamên kurdî de, di stran û helbestên êzidiyan de jî navê wê derbas dibe, hêjîr e. Hêjîr li gelek deverên Åžengalê çêdibe, lê DeÅŸta Warê Xidirê ku dikeve nêzî gundê Kersê ya Åžengalê yek ji herêma ku herî zêde hêjîr lê çêdibe ye.
LI BAZARA ÅžENGAL, MISÛL Û HERÊMA KURDISTANÊ TÊNE FIROTIN
Di van salên dawî de li DeÅŸta Warê Xidirê çandiniya darên hêjîran zêde bûye û berhemên wê di bazara Åžengal, Mûsil û Herêma Kurdistanê de jî tê firotin.
CUREYÊN HÊJÎRAN
Nemir Mirad (80), dibêje temenê xwe di ber çandinî û çinîna hêjîran de derbaskiriye. Mirad got ku debara wî ya sereke hêjîr bûye û wiha got: “60 sal in ez bi karê hêjîran re mijûl im. Em niha hêjîran ji hev vediqetînin. Ligel me jêre dibêjin, dikin pêncî. Em yên biçûk û mezin ji hev cuda dikin. Ji vana re jî dibêjin, beÅŸa Gewlaz, XiÅŸxiÅŸ û yên navîn. Her yek ji bo tiÅŸtek tê bikaranîn. BeÅŸek jî ji bo zivistanê tên hiÅŸkkirin.”
HEJÎRÊN HIÅžK-KIRÎ
Cotkarê bi navê Hesen Åžeref jî diyar kir ku ew beÅŸeke zêde ya hêjîrên xwe hîn tazene difiroÅŸin û beÅŸa maye jî kom dikin, li ser ban hiÅŸk dikin û paÅŸê bi ta an jî darên zirav ve dikin û difiroÅŸin. Åžeref dibêje, hêjîrên tên hiÅŸkkirin demek dirêj xira nabin û dikarin bên xwarin.
Hesen ÅžereÅŸ ku bixwe berhemên xwe diçîne, paÅŸê kom dike û di bazara Mûsilê de jî difiroÅŸe. Ew dibêje; “Ji gelek deveran bazirgan jî serdana me dikin, ji bo berhemên me bikirin. Em ji van berhemên xwe gelwaz jî çêdikin.”
Rojnews